Neviyên kesên di Serhildana Agirê de hatin sirgûnkirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê

  • rojane
  • 09:22 8 Hezîran 2018
  • |
img

EDÎRNE – Malbatên ku di dema Serhildana Agiriyê de sirgûnî gundê Çataltepe yê Edîrneyê hatin kirin, diyar dikin ku wan hem zimanê xwe hem jî çanda xwe parastine. Yên sirgûnî Çataltepe hatin kirin, diyar kirin ku kesên nû ewilî hatine sirgûnkirin ne sax in. Her wiha gotin, ew tim dengê xwe didin partiyên kurdan û ew ê div ê hilbijartinê de jî dengê xwe bidin HDP’ê. 

Malbatên ku di dema Serhildana Agiriyê de sirgûnî gundê Çataltepe yê navçeya Enez a Edîrneyê hatin kirin diyarkirin ku ew ê div ê hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP’ê. 
 
Esat Çelîk diyar kir ku kesên ku pêşî hatine sirgûnkirin ne sax in. Çelîk bilêv kir ku ew di sala 1975’an de li Çataltepeyê bi cih bûne û got: “Berê zarokên apên me li vira bûn. Ew di dema serhildanê de sirgûnî vira hatin kirin. Em jî ji ber şert û mercên nebaş ên li bajêr hatin vira. Dema em ewilî hatin vira 4-5 malên kurdan hebûn. Piranî jê ji Mûş û Agiriyê bûn. Em li vira banedarîtiyê dikin. Ji ber ku em li vir xwedî li hev derketin me gelek tişt kirin. Niha li gund 2 market, 3 qehwexane û dibitana navîn heye. Piştî dibistana navîn xwendekarên me bi serwîsê diçin navçeyê.” 
 
JI BER POLÎTÎKAYA ABORÎ Û ÇEWISANDINÊ 
 
Mehmet Çelîk jî, ji Mûşê hatiye Edîrneyê. Her wiha di sala 1983’yan de bûye keyayê gund. Çelîk, diyar kir ku ji ber hin bendavên li Mûşê hatine çêkirin û gundê wan di bin avê de mane mirov berê xwe dane vira. Çelîk, bilêv kir ku wan li Mûşê banedarîtî dikir û li vira jî heman karî dikin. Çelîk got: “Kesên beriya me hatin jî heman karî dikirin. Wan jî ji me re got werin li vira banedarîtiyê bikin. Li cem me zivistan pir dijwar derbas dibû û 6 mehan hema bêje jiyan tune bû.” Çelîk diyar kir ku xizmên wan ên li vira ji wan re gotine werin û ew jî hatine vira. 
 
‘ME BI XWE RE ÇANDA XWE JÎ ANÎ’ 
 
Çelîk, da zanîn ku piştî ew hatine Çataltepeyê, ji Îdir û Agiriyê jî gelek kes hatine û gotin: “Yên beriya me ji ber serhildanê û çewisandinan hatin. Lê em bêtir ji ber rewşa aborî û bendavên ku li herêma me dihatin çêkirin hatin. Li vira jî bi salan e em sewalvaniyê û banedartiyê dikin. Me çand û jiyana li bajarê xwe bi xwe re anî vira. Zarokên me li van deran çêbûn. Me ew jî bi çand û edatên xwe mezin kirin. Niha her kes li ser kar û barê xwe ye.” 
 
Çelîk ku ji gundê Koxak ê Kopa Mûşê ye got: “Çavê me li paş nema. Bendav çêbû, gundên me di bin avê de man. Lê dîsa jî dema ew roj tên ber çavên me em xemgîn dibin. Xwezî em li bajarê xwe bûna û em li wir bijiyana. Niha em vegerin, em ê biçin kuderê? Ma em ê biçin qeraxa avê. Em nizanin ka nas û dost mane yan na.” 
 
'BI HATINA ME YA VIRA NE KÊFXWEŞ BÛN’ 
 
Çelîk got: “dema em hatin vir, rê û dibistan tune bûn. Ev der mezrikek bû û girêdayî Enezê bû. Ez dikarim bêjim me ev gund kir gund. Paşê me bi Keyatiya Enezê ve girêdan. Car carinan di navbera me û tirkên vir de jî prisgirêk rû didan. Bi hatina me ya vira ne kêfxweş bûn. Tevî hemû şert û şirûtên zehmet jî ji vî gundî hemşire, bijîşk û mamoste derketin. Heta sala çûyîn jî pergala binerde tune bû û riyên me qet nebaş bûn. Dema cenazeyek me çêbibûna me nikaribû biçe goristana gund jî. Bi salan me deng da partiyên kurdan, em ê wisa dewam bikin. Em ê di vê hilbijartinê de jî dengê xwe bidin HDP’ê.” 
 
MA / Bilal Seçkin