Akademîsyen Aydemir: Tenê HDP ji halê jinê fam dike

  • jin
  • 10:58 6 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL - Akademîsyen Asli Aydemîr, diyar kir ku halên jinê yên di danezanên hilbijartinê yên partiyan de cih digire, mirov nikare ji bîrdozî û nêzîknatiya rola zayendiya civakê ya partiyan cuda bigire dest û wiha got: “Takene partiya ku bibe bersîvea daxwaza jinê HDP ye." 
 
Piştî partiyên siyasî namzetên xwe diyar kirin û danezanên xwe aşkere kirin gelek niqaşên din pêş ketin. Danezana HDP'ê ya der barê mafê jinê de li gorî CHP, İYİ Partî, AKP'ê pir cuda bû. Dîsa partiya herî zêde cih da namzetên jin HDP bû. CHP'ê di danezana 240 rûpelî de 65 caran navê jinê derbas kir. AKP'ê di danezana 360 rûpelan de tenê 138 caran, MHP'ê di 132 rûpelan de tenê 16 caran û HDP'ê di danezana 92 rûpelan de 76 caran navê jinê derbas kir û di 22 rûpelan de cih da navê jinê. MHP’ê di danezana xwe de bi sernavê “Jin, zarok û malbat" cih da jinê. CHP'ê di danezana hilbijartinê de bi sernavê “Tenduristî/Gihiştina wekhev a Tenduristiyê", “Jin û zarok" û “Beşên civakê" di bin jêrnavan de cih da “Jin"ê. 
AKP'ê di danezana xwe de bi ser navê “Mirov û civak" di sernavên jêr de cih da jinê. 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê jî bi danezanek cuda cih da mafên jinê û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi “Danezana Jinê" bi taybet cih da jinê. 
 
JINAN DANEZAN ÇAWA DÎT Û NÊZÎK BÛN? 
 
Li aliyekî partiyên siyasî di danezanên xwe de nêzîkatî û helwesta xwe ya li hemberî jinê diyar kirin. Li aliyê din jinan jî helwest û nerînên xwe yên li hemberî feraseta partiyan anîn ziman. 
 
Ji ber ku CHP’ê li herêma 2'emîn a Stenbolê cih neda nûnertiya jinê herî zêde bû mijara niqaş û bertekan. Di mijara jin û aboriyê de HDP, CHP û AKP di xalên jinên ku debara wan nayê kirin, jina dikare bibe rêveber û jina ewlehiya wê tune bûn yek par, lê HDP bi awayekî cuda cih da jina karker û kedkar. Dîsa bang li jinên bi KHK'ê hatin dûrxistin û jinên betal kir. MHP, CHP û AKP'ê di nava malê de cih dan jinê. Lê HDP'ê bi taybet bi awayekî serbixwe û xweser cih da jinê. Ji xeynî partiyên din tenê HDP'ê cih da mafê jina ku hevserê xwe berdaye û bi tenê dijî. Ji xeynî partiyên tin tenê HDP'ê cih da jinên girtî, astengdar û keda jinê. AKP'ê wekî “Jinên me" qala mijara jinê kir. Ev jî bû sedema berteka AKP jinê aydî xwe dibîne. 
AKP'ê jin wekî berpirsiyarê mezinkirin û xwedîkirina zarokan dît. Lê HDP û CHP'ê li dijî vê yekê jin û mêr wek hev dît û destnîşan kir ku mezinkirina zarok di berpirsiyariya jin û mêr a wekhev de ye. HDP û CHP'ê li nerîna mafê jinê nêzîk bû, lê AKP'ê wekî polîtîkaya alîkariyê girt dest. 
 
TENÊ HDP JINÊ WEKÎ KIRDE DIBÎNE
 
* HDP’ê ji partiyên din cudatir mijara jinê taybet girt dest û jin wekî kirde pênase kir. Dîsa jin wekî nûneriya giştî girt dest. Jin wekî kesa li dijî feraseta serdest a mêr derdikeve û diguherîne û xwedî hêz pênase kir. Di her qada jiyanê de wekî kirde pênase kir. HDP, jin wekî pêşenga têkoşîn û jiyanê pênase kir. 
 
Akademîsyena Aştiyê Asli Aydemîr ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin, der barê nêzîkatiya partiyan a li hemberî jinê nirxand. 
Aslı Aydemir, diyar kir ku ji bilî HDP'ê sozên partiyên din ên der barê mafê jinê de wan îkna nake û wiha got: "Li welatekî ku nûnertiya jinê pirsgirêk e, ji sozên danezanê zêdetir daxwazên jinan hene. Ger ku bi rastî sozên didin pêk binin dê gelek pirsgirêk hatibûna çareserkirin. Niha di danezanên xwe de nîşan dide ku jin ne di rojeva wan dene. Dibe ku di danezane de navê jinê derbas bibe. Lê ger ku nûnertî û vîna jinê tune be. Wê demê ew soz nabe bersîva daxwazên jinan. Ji ber ku pratîk û sozên wan ne yek in. Ji ber vê yekê em îkna nabin." 
 
Aydemîr, da zanîn ku ger jin bi serê xwe wekî kirde bê dîtin û bi van polîtîkayan nêzî jinan bûn dê pirsgirêka zayendî bê çareserkirin û wiha bi dawî kir: "Jin ne bê hêz e. Ne bê kêr e. Li her qadê dikare biguherîne. Dikare bi rêve bibe. Dikare araste bike. Jin tenê mafê xwe yê ji destê wan hatiye girtin dixwazin. Wekhevî û edaletê dixwazin. Ji bo çareseriyê pêdivî bi aqilê mêr tune. Pêdivî bi aqilê jinê heye. Tenê niha ya ku bibe bersîva daxwazên jinan HDP heye. Jin dikarin di nava HDP'ê xwe xwe wekî hebûn û vîn bibînin. Weki jinek ku bi KHK'ê hat îxrackirin bijartina min HDP ye. 
 
MA / Necla Demir
 

Sernavên din

13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 Serokwekîla Koma DEM Partiyê Koçyîgît axivî
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir