Her ku bi kurdî axivîn rastî îşkenceyê hatin

  • rojane
  • 09:21 4 Hezîran 2018
  • |
img

COLEMÊRG – 2 şivanên Urmiyeyî yên li gundê Nêrduşê yê Şemzînanê ligel 2 şivanên din ên gund rastî îşkenceya leşkeran hatin, diyar kirin ku her bi kurdî axivîn bêtir rastî îşkenceya leşkeran hatin. 2 şivanên din ku li qereqolê îfade dan jî diyar kirin ku ew leşkerên ku îşkence kirine nas dikin. 

Li mezraya Binaharê ya gundê Nêrduşê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê leşkerên derketin operasyonê îşkence li şivan Nasir Taş, Ramazan Aktaş û welatiyên Urmiyeyî Esmaîl Arap û Muhsin Çavşî kirin. Şivanan serê sibê pez diçêrandin, komek leşkerên girêdayî Qereqola Durê rastî wan hatin û li wan îşkence kirin. Leşkeran bi qûndaxa tifingê, pihîn, kulm û gopalan li şivanan dan û îşekence li wan kirin. Taş û Aktaş heta ji ser hişê xwe çûn leşkeran îşkence li wan kir. Pişt re leşkeran her du şivanên nîv rihî li çolê hiştin û ji cihê bûyerê çûn. Bi saetan şûn ve xizmên şivanan çûn cihê bûyerê û wan ferq kirin û demildest rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê bin dermankirinê. Şivanên Urmiyeyî yên rastî îşkenceyê hatin serpêhatiyên xwe vegotin. Esmaîl Arap û Muhsin Çavşî diyar kirin ku ji ber bi tirkî nizanibûn û bi kurdî axivîn bêtir rastî lêdan û îşkenceyê hatin. 
 
Esmaîl Arap, diyar kir ku ji bo debarê bikin ji Urmiyê hatin Şemzînanê û li vir şivaniyê dikin û wiha got: "Nêzî 2 salin em li vî gundî şivaniyê dikin. Eskeran îşkence li me kir. Bi çekam em tacîz kirin. Gule berda ser me. Me xwe avêt pişt tahd û latan û me xwe xelas kir. Em 3 roj berê rastî îşkenceyê hatin. Dema me pez çirênd 5 leşker hatin cem me. Pirsa PKK'iyan ji me kirin. Me diyar kir ku 2 salin kes nayê vir. Piştre îşkence li me kirin. Bi çekan û pênan li serê me û ruyê me dan. Li sing û zikê me dan. Her derê me reş û şîn kirin. Piştî îşkence li me kirin em çûn qereqolê û me îfade da. Me diyar kir ku em leşkeran nas dikin. 
 
Ji ber ku me bi tirkî nezanîbû îşkence li me kirin. Her ku em bi kurdî axivîn bêtir îşkence li me kirin."
 
Şivan Muhsin Çavşî diyar kir ku bê sebeb û bê heq rastî lêdan û îşkenceyê hatin û wiha got: "EV dijminantiya li dijî kurdan e. Dema îşkence kirin ij ber ku em bi kurdî axivîn bêtir li me dan. Her ku em bi kurdî axivîn bêtir îşkence li me kirin.