‘Em dê bibin dengê jin û ciwanan'

  • jin
  • 09:20 4 Hezîran 2018
  • |
img
DÎLOK - Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê Bîrgul Yildirim, diyar kir ku ew bi hêvîne ku herî kêm 4 wekîlan li Dîlokê derxin û wiha got: “Em biçin parlamentoyê em dê bibin dengê jin û ciwanan." 
 
Namçeta Parlamenteriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dîlokê Bîrgul Yildirim, di heman demê de endezyara çandiniyê ye. Yildirim, diyar kir ku partiya îktidarê bêtir bi çavê depoya dengan nêzî jin û ciwanan dibe û wiha got: "Beriya hilbijartinê di danezanên xwe de qala gelek tişt dikin. Lê piştî hilbijartinê hemûyan ji bîr dikin. Em vê carê bi hevî û biryar in ku li Dîlokê 4 wekîlan derxin. HDP jinê wekî jiyanê bi xwe digire dest. Xebatên hilbijartinê pir bi lez û çalak pêş dikevin. Gel me bi dilhekî germ hembêz dike. Ev yek westîname tevî bi me dide ji bîr kirin. Gelê Dîlokî rastî dîtiye û ji niha de biryara xwe daye. Gel HDP'ê hembêz dike.  Xebatên HDP’ê li gorî partiyên din bêtir bi coş û kelecan derbas dibe. Ji ber ku HDP hemû kesan muhatab digire û xîtabî hemû beşên çînan dike. Gel li dijî îktîdarê bêtir me hembêz dike. 
 
'GER KU HÛN LI VÎ WELATÎ JIN Û CIWAN BIN CIHÊ WE HDP YE' 
 
Yildirim, destnîşan kir ku heri zêde mafê jin û ciwanan tê binpêkirn û wiha got: Ger ku hûn li vî welatî jin û ciwan bin cihê we teqez HDP ye. Divê cihê we bin baneyê HDP’ê be. Li Tirkiye li ber çavê dewletê jin û ciwan rastî tundiyê tên û mafên wan tê tunekirin. Ez wekî jinek ciwan ji bo mafê jinan û ciwanan li meclîsê biparêzim ez dê biçim meclîsê. Ji ber ku partiya pirsgirêka jin û ciwanan çareser bike HDP ye. AKP li ser jin û ciwanan polîtîkayên şaş dixe meriyetê. Lê HDP dengê jinê ye. Dengê ciwanan e. Recep Tayyip Erdogan jinan li gorî sincê xwe araste dike. Li gorî hişmendiya xwe dixwaze bi teşe bike. Jin çend zarokan çêke, kengî bizewice, dê bi xwe biryara xwe bide. Di danezana xwede gelek soz dide jinê, lê nûnertiya jinê tune ye. Vîna jinê tune ye. Ne xwedî biryarê ye. Ew der barê xwe de nikare biryarê bide. Em bawer dikin ku jin dê rastiya AKP'ê bîne û di 24'ê  Hezîranê de dengê xwe bide." 
 
 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin