Namzeta Dîlokê Şîmşek: HDP pêşeroja welat e

  • rojane
  • 09:20 3 Hezîran 2018
  • |
img
DÎLOK – Namzeta HDP'ê ya Dîlokê Berîvan Ozpolat Şîmşek got: "HDP, hem li Dîlokê hem jî li tevahiya welat li cihekî girîng e. Ji ber vê divê hemû kesên ji ber rejîma yekzilamî û îktîdara Qesrê nerihet in xwedî li HDP'ê derkevin. HDP, pêşeroja vî welatî ye." 
 
Namzeta parlementeriyê ya HDP'ê ya Dîlokê Berîvan Ozpolat Şîmşek, diyar kir ku wê bi salan li eywanên dadgehan li hemberî tasfiyekirina siyaseta kurd ya bi destê darazê pêk tê têkoşiyaye û wê xwestiye piştî 24'ê Hezîranê êdî vê têkoşîna xwe li meclîsê bidomîne. Şîmşek, bilêv kir ku îktîdarê ji bil neçareserî, şer û çewisandinê tu tişt neaniye vî welatî. 
 
‘HDP LI CEM JINÊ CIH DIGIRE' 
 
Şîmşek, diyar kir ku ji ber ku HDP bi awayekî wekhev nêzî jin û mêran dibe ew bûye namzet. Şîmşek, destnîşan kir ku HDP xwedî têkoşîneke ji 40 salî zêdetir e û got: "Di warê jinê de hin weadên partiyên din hene, lê belê ev dûrî rastiyê ne. Di 16 salên îktîdara AKP'ê de herî zêde me jinan êş kişand. Hem di warê xizaniyê de hem jî di warê windakirina zarokên xwe de pir êş kişandin. HDP, di vî warî tim li hemberî muameleya kirêt sekiniye. Li welat di warê xala jinê de gelek tişt guherandin. Lê partiyên muxalefetê yên din tenê li bêqîmetkirina jinê temaşe kirin." 
 
‘ERDOGAN ÇI BIXWAZE DARAZ WÎ TIŞTÎ DIKE' 
 
Şîmşek, bal kişand ser beyanameya hilbijartinê ya îktîdarê û got: "16 sal in tu pirsgirêk çareser nekirin, ma qey dê niha çareser bikin." Şîmşek, bilêv kir ku îktîdarê welat veguherandiye girtîgeheke vekirî û loma weadên wê yên ji bo demokrasiyê ne bawerker in. Şîmşek bal kişand ser rewşa darazê û got: "Di serdema Hîtler de ji dadgeran re wiha dihat gotin: 'Eger li şûna we Hîtler hebûna û çi bikirana, hûn jî wî bikin.' Niha heman tişt ji bo Erdogan jî derbasdar e. Erdogan çi bixwaze dozger û dadger wê dikin. Ev rewş ne nû ye, tenê di dema AKP'ê de zêdetir bû. Îr daraz dev ji kar û barê xwe berdaye, tenê bi siyasetmedarên kurd re eleqedar dibe. Îro HDP'î bi sedemên hêsan û komîk tên girtin. Mirov û parêze nikarin xwe biparêzin. Daraz û îktîdar çi qasî dixwaze bila ewqasî kurdan bigire. Em ji girtîgehan natirsin." 
 
Şîmşek, destnîşan kir ku li gelek welatên cîhanê girtîgeh tên girtin, lê belê li Tirkiyeyê girtîgehên nû tên çêkirin û wekî weadek be îktîdar girtîgehan berpêş dike. Şîmeşk, got ji îktîdareke ku girtîgehan wekî weadan berpêş dike tu tişt dernayê. Şîmşek domand: "Behsa demokrasî û azadiyê dikin. Lê li hêla din jî girtîgehên nû çêdikin. Ev mînaka herî mezin e ku êdî îktîdar tengijiye. Dê HDP rê li ber vê rewşê vebike. HDP, hem li Dîlokê hem jî li tevahiya welat li cihekî girîng e. Ji ber vê divê hemû kesên ji ber rejîma yekzilamî û îktîdara Qesrê nerihet in xwedî li HDP'ê derkevin. Em niha wê xwedîlêderketinê jî dibînin. HDP, pêşeroja vî welatî ye. Mirov di vê çarçoveyê de lê dinerin." 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'