Sindoqên ku li Mêrdînê hatin veguhestin ji sedî 73 dengê HDP'ê ne

  • rojane
  • 09:06 2 Hezîran 2018
  • |
img

MÊRDÎN – Bi biryara YSK'ê dê li Mêrdînê 143 sindoq bên veguhastin. Hejmara hilbijêrên van sindoqan 6 hezar û 706 û di hilbijartinên din de HDP'ê ji sedî 73 dengên van sindoqan girtibûn. Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'a Mêrdînê Felek Fîdan bertek nîşanî vê yekê da û got, ji bo ew hilbijêran bibin ser sindoqan xebatên wan didomin. 

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), bi hinceta "ewlehiyê" biryar dabû ku dê 143 sindoqên li Mêrdînê û navçeyên wê veguhêzîne deverên cuda. Hejmara hilbijêrên van sindoqên hatin veguhastin 6 hezar û 706 e. HDP, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji sedî 73'yê dengê van sindoqan girtibû. 
 
'YSK, LI GORÎ AKP'Ê TEV DIGERE' 
 
Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'a Mêrdînê Felek Fîdan, bertek nîşanî vê rewşê da û destnîşan kir ku li deverên ku sindoqên wan hatin veguhastin partiya wan rêjeyeke zêde deng girtibûn. Fîdan, bilêv kir ku di hilbijartinên din de sindoqên van deveran nehatibûn veguhastin û got: "Ji bo çi niha hinceta 'ewlehiyê' didin pêş û sindoqan vediguhêzin." Fîdan, anîz iman ku bi vî awayî tê xwestin ku hilbijêran asteng bikin û got: "Ev rewş nîşan dide ku YSK li gorî AKP'ê tev digere." 
 
Fîdan, destnîşan kir ku partî dixwazin HDP di bin bendavê de bimîne û ji bo vê serî li tiştekîw isa didin. Fîdan, da zanîn ku dê ev biryara roja hilbijartinê bi xwe re hin nelirêtiyan bide der. Fîdan, anî ziman ku lê belê ligel her tiştî jî ji bo hilbijêr bi vîneke azad dengê xwe bi kar bînin, wan hin komîsyon ava kirine û got: "Der barê sindoqan de hin xebatên me hene. Ji bo hilbijêr dengê xwe bi kar bînin, em ê hemû derfetên xwe bi kar bînin." 
 
Fîdan, got tevî hewmû zext û astengiyan jî dê gel biçe ser sindoqan û dê xwedî li dengê xwe derkeve.