'Ji bo edaletê dengê xwe bidin HDP'ê'

  • rojane
  • 09:06 2 Hezîran 2018
  • |
img

ANTALYA - Namzeta HDP'ê ya Antalyayê Denîz Yildirim, anî ziman li Tirkiyeyê pergala edaletê rûxiyaye û divê hiqûqnas ji bo edaletê dengê xwe bidin HDP'ê. 

Namzeta HDP'ê ya Antalyayê Denîz Yildirim, parêzer û hawirdorparêz e. Yildizim, di sala 1966'an de li gundê Alaca yê Çorûmê hatiye dinê. Piştî 12'ê Îlonê di damezirandina komeleyên xwendekaran de xebitî û bi gelek çewisandinan re rû bi rû ma. Serokatiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Antalyayê kir. Niha jî di HDP'ê de di rêza duyem de namzeta Antalyayê ye. 
 
'HDP PARTIYA JINA YE' 
 
Yildirim, anî ziman ku HDP ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê projeyeke gelekî baş e. Yildirim, bilêv kir ku heta niha li Tirkiyeyê nasname û bawerî hemû tune hatine hesibandin û got: "Em Tirkiyeyek ku ev nasname û bawerî pêwendiyê bi hev re deynin dixwazin. Her wiha HDP di warê siyaseta jinê de jî partiyeke gelekî baş e. Heta dikarim bêjim partiyeke mînak e. Partiyeke ku jin di bin banê mêran de siyasetê nekin. Nemaze jî ev hêla wê pir girîng e. A rastîn fikreke min a ku bi awayekî çalak siyasetê bikim tune bû. Lê belê ev tişt bûn sedem." 
 
'EDALET TÊ ÇEWISANDIN' 
 
Yildirim, diyar kir ku pergala edaletê ya Tirkiyeyê rûxiyayey û li cîhanê mînakeke bi vî rengî tune ye. Yildirim got: "Rûxandin di asteke wisa de ye ku, li cîhanekê mînakeke bi vî rengî tune ye. Para darazê jî di vê rûxandinê de heye. Li Tirkiyeyê di dozên siyasî de daraz tu carî serbixwe nebûye. Pozîsyona xwe tim li gorî bendewariyên hêzên serdest diyar kir. Mînak, bi salan di darazê de cemawet serdest bû û daraz li gorî wan pozîsyona xwe diyar dikir. Ji ber vê îro 4 hezar dozger û dadger ji kar hatin dûrxistin. Lê belê yek ji wan jî nehat darizandin. Û li ser dadger û dozgerên niha jî çewisandin heye. Bi rastî jî dibe ku ji nişkave ew jî bên tawanbarkirin û têkevin girtîgehê. Yanî tiştekî bêhûde ye ku mirov niha bêje dadger û dozger li gorî wijdanê xwe biryarê didin. Eger em dixwazin daraz erka xwe bi cih bîne, divê HDP bê destekirin. Ji ber vê em dibêjin demokrasî." 
 
'HDP PARTIYEKE HAWIRDORPARÊZ E' 
 
Yildirim, ji bo edaletê doza dengan li dadger û dozgeran kir û got: "Em herî zêde jî li dadger û dozgeran doza dengan dikin. Ji bo daraz erka xwe bi cih bîne, pêdiviya me bi destekê heye." Yildirim bal kişand ser texrîbkirina ekolojiyê jî û got: "Li Antalyayê mirovên ku xwezayê têdikoşin hene. Lê belê ev yek ne di aste ku bikaribe êrîşan asteng bike de ye. Bang li welatiyan û hawirdorparêzan dikim, eger em jiyaneke ekolojîk dixwazin, eger em naxwazin xwezayê bikin qurbana sektora înşeatê, ji bo bedewiyên herêmê em bêjin HDP. HDP di heman demê de partiya hawirdorparêziyê ye jî. Di vê hilbijartinê de dema gelê Antalyayê biryara xwe de dixwazim van tiştan bînin berçavên xwe û ez dibêm dê bînin ber çavê xwe. Antalya bajarê kedkar û jina ye. Beriya her tiştî em bawer dikin û em ê bi ser bikevin." 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'