Doç. Dr. Demîrer: Birînên ku AKP'ê di civakê de vekiriye dê dereng bi cebire

  • rojane
  • 09:02 2 Hezîran 2018
  • |
img

STENBOL – Doç. Dr. Yucel Demîrer, diyar kir ku ji ber polîtîkayên cihêkariyî ku AKP di 2011'an de xist dewrê şikestinek çêbû got: "Bawer dikim ku pêçandina birînên ku AKP'ê di civakê de vekir, dê pir dereng bicebire." 

Doç. Dr. Yucel Demîrerê ku ji Beşa Zanyariya Siyasetê û Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Kocaeliyê hat îxravkirin, li Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê (KODA) xebatên xwe bi rê ve birin. demîrer, hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê nirxand. Demîrer, bilêv kir ku AKP di sala 2011'an de bi şikestinekê re rû bi rû ma û got: "Di navbera sala 2002-2011'an de zimanekî demokratîk bi kar dianî. Lê piştî 2011'an şûn de berberîbûn xist nav civakê, ji bilî derdoreke tirk û sunnî, cihêkarî xist navbera komên din. Piştî vê biryarê êrîş li çand, pîrozbahî û sembolên kesên li derveyî koma tirk û sûnî hatin kirin." 
 
‘ÎKTÎDAR DIXWAZE BI NASNAMEYEKE ETNÎKÎ ŞIKIL BIDE HILBIJARTINÊ' 
 
Demîrer, bilêv kir ku hemû hilbijartinên ku li Tirkiyeyê tên çêkirin girîng in, lê belê hilbijartina 24'ê Hezîranê de warê guherandina pergalê de girîng e û got: "Îktîdar ji bo vê yekê pêk bîne, di ser nasnameya dînî û etnîk dixwaze şikil bide hilbijartinê. Em hay ji vê yekê hene. Lê divê em vê yekê bigihînin merheleyeke nûjen û bandorê li liv û tevgerên dengdayînê bidin." 
 
Demîrer, bal kişand ser girtina namzetê serkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demritaş û dekanê ku piştî Muharrem Înce serdana wî kir ji peywirê hat îxrackirin jî û got: "Ev mînak li sedsala 21'ê nayên. hema bêje ev yek tolhildana serdema navîn e. Ev pêkanîn di civakên feodal de ye ne. Di hilbijartinê de namzetekî serkomariyê di girtîgehê de ye. Ev yek nayê qebûlkirin. An jî piştî serdana namzetekî serokamariyê ya dekanekî, dekan ji kar tê avêtin. Tu hêleke vê yekê ya ku bê qebûlkirin tune ye." 
 
‘DÊ PÊÇANDINA BIRÎNAN DIRÊJ BAJONE' 
 
“Demîrer got: "Encamên hilbijartinê çi dibin bila bibin, ji bo rojên bextewar û ji bo gel bi awayekî wekhev bijîn em ê bitêkoşin. Ne reşbîn im, lê ew rûxandina ku di dema AKP'ê de rû da, guherîna ku derket holê dê di demeke kurt de neguhere. Wisa bawer dikim ku pêçandina birînên ku AKP'ê li civakê peyda kirine, dê wexteke dirêj bigire." 
 
MA / Sadiye Eser