Colemêrg dê dîsa 3-0 wekîlan bistîne

  • rojane
  • 09:01 2 Hezîran 2018
  • |
img

COLEMÊRG - Namzetê HDP'ê yê Colemêrgê Ozgur Zeydanoglû, destnîşan kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de wekî hilbijartinên din dîsa ji sedî 85 deng bigirin û ew ê bikin 3-0. 

Namzetê HDP'ê yê Colemêrgê Ozgur Zeydanoglû, ku bi salan di nav partiyên siyasî yên kurd de di nav xebatên ciwanan de cih girt, destnîşan kir ku ew ê li Colemêrgê bikin 3-0. Zeydanoglû, ku di sala 1978'an de hatiye dinê Fakuleteya Endezyariyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê xwendiye. Zeydanoglû, di du demên dawî de endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ye. 
 
Zeydanoglû ku bênavber dixebite got: "Herkes dizane ku ka vîna gel, çawa nêzî partiya me û siyasetê dibe. Em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Lê gel xwedî azmûn e. Dê gel xwedî li partiya xwe, vîna xwe derkeve." 
 
Zeydanoglû, destnîşan kir ku ew ji dema Partiya Demokrasiyê (DEP) û Partiya Kedê ya Gel (HEP) ve di nav siyasetê de ye. Zeydanoglû, bilêv kir ku wan tim di şert û mercên zehmet de siyaset kiriye û di van şertên zehmet de jî gel partiya xwe bi tenê nehiştiye. Zeydanoglû, destnîşan kir ku dê gel di hemû şert û emrcan de xwedî li partiya xwe û vîna xwe derkeve. 
 
‘RIYÊN SIYASETA DEMOKRATÎK HATIN GIRTIN' 
 
Zeydanoglû, anî ziman ku ji bo ew bibin layîqî gel ew ê ji dil û can bixebitin. Zeydanoglû bilêv kir ku di demênd awî de riyên siyaseta demokratîk hemû hatine girtin û got: "Di vê serdemê de riyên siyaseta demokratîk hatin girtin. Em baş dizanin ku dê piştî 24'ê Hezîranê êdî koalîsyona îtifaqa AKP-MHP'ê tune be. Ev ji bo me hemûyan cihê hêviyê ye. Û em wisa difikirin ku dêv careke din riyên siyaseta demokratîk vebibin. Loma gelê me dixwaze 24'ê Hezîranê wekî şahiya demokrasî û aştiyê pêşwazî bike. Înşelleh dê piştî 24'ê Hezîranê serdemeke nipnû dest pê bike." 
 
'LEYLA GUVEN HÊZÊ DIDE ME' 
 
Zeydanoglû, diyar kir ku namzeta Colemêrgê Leyla Guven ku girtiye, bi manewiyata xwe hêzê dide wan û got: "Me soz da xwe. Êdî ji sedî 85 û 3-0 bûye kelepûreke Colemêrgê. Lê soza me ev e; Em ê di 25'ê hezîranê de li qada Colemêrgê namzetê me yê serkomariyê birêz Selahattin Demirtaş bi hev re pêşwazî bikin. Îneşleh dê ev yek pêk bê." 
 
‘DÊ GELÊ ME XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVE' 
 
Zeydanoglû, bal kişand ser veguhastina sindoqan û diyar kir ku mebest ji vê yekê ew e ku welatiyên dengan didin partiya wan bên astengkirin. Zeydanoglû got: "Baweriya me bi gelême heye. Ne 20 kîlometre, 100 kîlometre li dûra be jî, heke bivê dê gelê me bimeşe û dengê xwe bi kar bîne. Kes nikare astengiyan deyne ber gelê Colemêrgê. Gelê me bi biryar e û dê biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Di vî warî de bila şik û gumana tu kesî tune be." 

Sernavên din

16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye