Gelê Esenyurt dê du qatê 7'ê Heziranê deng bidin HDP'ê

  • rojane
  • 09:00 2 Hezîran 2018
  • |
img

STENBOL – Navçeya Esenyurt ku zêdeyî milyonek nifûsa wê heye û navçeya herî mezin a Tirkiye ye, di hilbijartina 24'e Hezîranê de bi biryar e ku li gorî hilbijartina 7'ê hezîranê duqat deng bide HDP'ê. 

Navçeya Esenyurt a Stenbolê ku nêzî milyonek nifûsa wê heye û di Tirkiye de navçeya herî mezin e, di hilbijartina 24'ê Hezîranê de gel bi biryar e duqat hilbijartina 7'ê Hezîranê dengê xwe bidin HDP'ê. Li navçeya ku herî zêde kurd û gelek milletên din di nava hev de dijîn û piranî karker in, gel di nava şewirmendî û piştevaniyê de dijî. Di salên 1990’an de herî zêde kurdên ku gundê wan hatin şewitandin û koç kirin hatin li vir bi cih bûn. Li vê navçeyê kurd, elewî, laz, bulgar û gelek bawerî û civakên din di nava hev de dijîn. Di salên dawî de koçberên ji Sûrî koç kirine jî hatin li vir bi cih bûn. Li Eseryurtê xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi şev û roj berdewam dike. HDP vê carê bi biryar e du qat zêdeyî 7'ê Hezîranê dengan bistîne. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji sedî 22, di 1'ê Mijdarê de jî ji sedî 18.5 deng stend. Lê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi biryar ke ku duqat deng bistîne. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Esenyurtê Ayfer Yilmaz, der bera xebatên hilbijartinê û nêzîkatiya gel de axivî. Yilmaz, diyar kir ku 552 hezar hilbijêrên Esenyurtê hene û 43 taxên wê hene û wiha got: "Li Esenyurtê 11 buroyên hilbijartinê hatin vekirin. 4 maşînê bangê (anons) li nava navçeyê digerin. 67 dibistan hene û dê li van dibistanan sindoq bên danîn. Hezar û 480 sindoq hene. Em dê li sindoqan xwedî derkevin. Buroyên hilbijartinê vedigerin mîtînga. Em rastî eleqeyek mezin tên. Li hemberî HDP'ê bendewariyek zêde heye. Bi taybetî bendewarî û heviya jin û ciwanan zêdetir e. Em bawer dikin ku dê dengê HDP'ê li Esenyurtê li gorî 7'ê Heziranê duqat zêde bibe. Em bawer dikin ku 140 hezar deng bistînin. 
 
Qada herî mezin Qada Cumhuriyetê li ber muzîkê govend tê gerandin û bê navber bi sedan kes li vir kom bidibin û coşek mezin heye. Di saetên serê sibê de xebatên hilbijartinê dest pê dike. Standa HDP’ê hatiye vekirin û her roj gelek kes stantê ziyaret dikin. Stantên AKP’ê jî eleqe nabînin. Dîsa xebatên HDP'ê li nava esnafan û taxan jî berdewam dikin." 
 
Endamekî CHP'î jî diyar kir ku xebatên wan li vir baş in, lê xebatên HDP'ê baştir û bi coştir in. Welatî anî ziman ku wekî CHP’iyekî dê dengê xwe bide HDP’ê. Di tûra duyemîn ez dê dengê xwe bidim Muharrem Înce." 
 
Welatiyê ciwan Erdinç Aktaş (21) jî diyar kir ku  ciwan ji Demirtaş pir hez dikin û êdî ciwan naxwazin mirovên berê li hikûmetê bibînin. 
Li taxa Baglarçeşme ya Esenyurtê piranî welatiyên Sûriye yên koçber lê dijîn. Bi kurdî û erebî di axivin. Dişibe taxek Sûriyeyê. Li aliyekî xaniyên şevnişîn zêde ne. Li aliyê din ji bo reklama “Konfora Qesrê" Balaxani tên bilind kirin. Esenyûrt êdî bûye wekî bajarê şantiyê. 
 
Li taxa Selahattin Eyyubî karkerê înşaetê Islah Kaya jî diyarkir ku pirsgirêka mezin heqê keda xwe nastînin û mafê wan tê xwarin. Kaya ku bavê 7 zarokan e, diyar kir ku nikare debara xwe bike û wiha got: "Ji ber ku ez kurdim ez dê dengê xwe bidim partiya kurdan." 
 
Ajokarê texsiyê Murat Çakal (38) jî diyar kir ku di sala 2000’an de li vir ne rant û ne jî bezarî hebû û wiha got: "Piştî olîtîkayên AKP'ê Esenyurt bû qada rantê. Gel êdî hişyar bûye. Zane bûye dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bersîva van kesan bide. 
 
'MIN HETA NIHA DENGÊ XWE DA AKP'Ê, LÊ EZ DÊ VÊ CARÊ BIDIM HDP'Ê' 
 
Hanife Açikça (40) jî diyar kir ku  25 salin li Esenyurtê dijî û wiha got: "Em di nava şert û mercên pir zor de dijîn. Heta niha min dengê xwe da AKP’ê. Lê ji niha û şûnde ez dê dengê xwe bidin HDP’ê." 
 
ÊDÎ BES E 
 
Esnafê Mûşî Sinan Erdemli (27) jî diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî krîn û frotin rawestiya ye û wiha got: "Me berê 100 qase difirot. Niha ez 10 qaseyan difiroşim. Em êdî guhertinê dixwazin. Em dibêjin êdî bes e. AKP 16 salin li ser îktîdarê ye. Êdî bes e. Ez dê vê carê dengê xwe bidim HDP’ê. 
 
Welatî Dilber Demir (61) jî diyar kir ku ew dê dengê xwe bide Selehattîn Demîrtaş. Em wekî kurd û elewî dê dengê xwe bidin HDP’ê. 
Karkerê tekstîlê Bilal Demir, diyar kir ku krîza aboriyê li wan jî xistiye û wiha got: "Ez dê di 24'ê Hezîranê de ez dê destê xwe bidim ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidim. 
 
Ferdi Akan (19) jî diyar kir ku li Esenyurtê ciwan bi tiryak û seskarê tên xerçkirin û ji bo dawî li vê yekê bînin dê dengê xwe bidin HDP’ê. 
 
 
MA / Necla Demir – Melike Ceyhan 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'