Bi îşkenceyê ew nîv ruhî kirin

  • rojane
  • 10:53 1 Hezîran 2018
  • |
img
COLEMÊRG – Li Şemzînanê ji şivanê leşkeran îşkence lê kir Nasir Taş kêliyên îşkenceyê vegot. Taş diyar kir ku li gel ku wî got ew bi rojî ne jî leşkeran 2 saet îşkence li wan kir û pişt re ji ser hişê xwe çûn e. 
 
Li mezraya Binaharê ya bi ser gundê Nêrduşê ya girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê leşkerên derketin operasyonê bi saetan îşkence li Nasir Taş û Ramazan Aktaş ên şivaniyê dikin kirin. Şivanan serê sibê dema pezên xwe diçêrandin, komek leşkerên girêdayî Qereqola Durê rastî wan hatin û pêşiya wan birîn. Leşkeran bi qûndaxa tifingê, pihîn, kulm û gopalan li şivanan dan û îşekence li wan kirin. 
 
Taş û Aktaş heta ji ser hişê xwe çûn leşkeran îşkence li wan kir. Pişt re leşkeran her du şivanên nîv rihî li çolê hiştin û ji cihê bûyerê çûn. Bi saetan şûn ve xizmên şivanan çûn cihê bûyerê û wan ferq kirin û demildest rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê bin dermankirinê. 
 
AKTAŞ JI NEXWEŞXANEYÊ DERKET, TAŞ TÊ DERMANKIRIN 
 
Piştî dermankirinê ji şivanan Ramazan Aktaş ji nexweşxaneyê derket û dermankirina Nasir Taş hêj li nexweşxaneyê dewam dike. Hestiyên dêmên Taş şikandin û ji ber îşkenceyê bedena Taş reş û şîn kirin. Li ser bedena wî şopên îşkenceyê hene. 
 
Taş ê 56 salî ku hêj dermankirina wî didome ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa îşkenceya dîtin kir. 
 
‘JI 2 SAETAN BÊTIR ÎŞKENCE LI ME KIRIN’ 
 
Taş wiha behsa bûyerê kir:
“Komek ji 8 leşkeran pêk dihat hatin gel me. Van pirsa ji me kirin; ‘PKK’î li ku derê ne? We wan dît? Kî ji wan re alîkariyê dibe?’ Me jî ji wan re got ku em nû şiyar bûne û em hatine çolê. Me got ku heya me ji wan nîne. Çawa mi wisa got, leşkeran dest bi îşkenceyê kir. Gopal ji destê min sitendin û pê li min dan. Pişt re bi qûndaxa tifingê, pihîn û kulman li min dan. Piştî îşkenceyê min birin kêleka avê û serê min xistin avê. Digotin ‘Tu terorîstî em ê te bikujin.’ Nêzî du saetan li me dan û îşkenceyê kirin.
 
LI GEL ME GOT EM BI ROJΠNE JΠΪKENCE NE SEKINΠ
 
Her çiqas me got em bi rojî ne jî lê îkenceya xwe dewam kirin. Me ji wan re got ‘Ma xwedayê we nîne? Hûn çima li me wisa dikin?’ Hin bêtir îşkenceya xwe tund kirin û li me dan. 
 
Dema îşkenceyê li min dikirin, 4 gule berdan û ez bi sivikî rizgar bûm. 
 
Ji ber îkenceya li me hat kirin, em ji ser hişê xwe çûn. Demek dirêj şûn ve xizmên me bi hawara me gihîştin û me dîtin. Leşkeran me terkî mirinê kir. Bûyer serê sibê saet li derdora 08.00’an pêk hat. Bi saetan em ji hişê xwe çûne û piştî bêrîvanî tên me li ber pez nabînin. Li me digerin û demek şûn de me dibînin. Agahî didin gundiyan û pişt re me radikin nexweşxaneyê.” 
 
DÊ GILIYÊ SÛC BIKIN 
 
Taş û Aktaş têkildarî îşkenceyê raporên derbkirinê girtin û der barê berpirsyaran de dê giliyê sûc bikin. 
 
MA / Fethî Balaman 
 

Sernavên din

27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan