Josa ê Macarî: Li Tirkiye şertên OHAL'ê bêtir giran e

  • rojane
  • 10:33 1 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL - Koordînatorê Bernameya Çalakiyan a Navbera Çandên Hevpar (UNITED) Balint Josa, bal kişand ser rewşa hilbijartinên di şertên OHAL'ê de di 8'ê Nîsanê de li Macaristanê pêk hat û di 24'ê Hezîranê de li Tirkiye pêk bê û got: "Şertên OHAL'ê li Tirkiyeyê bêtir giran in." 
 
Li Macarîstanê ji ber krîza penaberan ji 9'ê Adara 2016'an heta niha OHAL didome. Macarîstan di şertê OHAL'ê de di 8'ê Nîsanê de hilbijartin pêk anî. Di hilbijartinê de partiya îktîdara rastgir FİDESZ bi ser ket. Koordînatorê Bernameya Çalakiyan a Navbera Çandên Hevpar (UNITED) Balint Josa, bal kişand ser rewşa hilbijartinên di şertên OHAL'ê de di 8'ê Nîsanê de li Macaristanê pêk hat û di 24'ê Hezîranê de li Tirkiye pêk bê. Josa ku ji bo beşdarî konferansa der barê cudakariyê de bibe hat Tirkiye cudahiya hilbijartinê ya navbera Tirkiye û macarîstanê nirxand. Josa, diyar kir ku di hilbijartinê de Koalîsyona Partiya Yekîtiya Welatiyên Macar (Fidesz) û Partiya Gel a Xiristiyanên Demokratik (KDNP) bi ser ketye. 
 
Josa, diyar kir ku di hilbijartinê de partiya rastgirt a popûlist FÎDESZ cara sêyemîn bi ser ketiye û wiha got: "Ji bo muxalifê bêdeng bike OHAL îlan kirine. Hikûmet bêyî fermana dadgehê dikare biryara serdegirtina malan bistîne. Êdî rêbaza şartî pir hêsan bikar tîne. Êdî hêza leşkerî û zordest serdest e. 
Biryara OHAL'ê li welatekî ger ku bûyerên xwezayî pêk bên ji bo demekê tê îlankirin. Lê OHAL'a ku niha li welatan ketiye meriyetê wekî rejîmê tê bikar anîn. 
 
ŞERTÊN OHAL'A TIRKIYE JI YA MACARÎSTAN GIRANTIR E 
 
Josa, bal kişand ser şertên OHAL'a li Macarîstan û Tirkiye û wiha berdewam kir: "Şertên OHAL'a li Tirkiye bêtir giran e. Ji ber ku azadiya mirovan bêtir tê tepisandin. Niha hilbijartina li Macarîstanê pêk ha û hilbijartina li Tirkiye pêk bê nayê qebûlkirin. Ji ber ku di şertên OHAL'ê de pêk hat û pêk tê. Ev nabe demokratîk. Ne pêkan e mirov bêje hilbijartinek azad û demokratik e. 
 
DIVÊ BERÊ OHAL'Ê RAKIN Û PIŞTRE HILBIJARTINÊ PÊK BÎNIN'
 
Josa, xwest Tirkiye di şertê OHAL'ê de hilbijartinê pêk nîne û OHAL'ê bi dawî bikin û wiha got: "Ger ku di mala we de agir hebe û agir bi malê ketibe hûn nikarin dawetê bikin. Divê hûn berê agirê di malê de vemirînin. Ger ku OHAL  hebe hilbijartin nayê kirin. Tirkiye ji ber vê rewşa rêveberiyê her ku diçe ji Yekîtiya Ewropa  dûr dikeve. Gelek rojnameger bi sedema heqaret li Serokomar kirine hatin girtin. Tirkiye ber bi rojên tarî ve diçe." 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan