EHP: Em ê ji bo HDP'ê bi dengekî bilind qadên bajaran bihejînin

  • rojane
  • 09:21 17 Gulan 2018
  • |
img

STENBOL - Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê bi van gotinan "Roj roja me ye, serdem serdema me ye" nirxand û got: "Ji bo deng bidin HDP'ê, Selahattin Demirtaş em ê bi dengekî bilind qadên bajaran bihejînin." 

Partiya Tevgera Kedkar (EHP), daxuyand ku ew ê di hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê û Namzetê Serkomariyê Selahattin Demirtaş. Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn, hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê ku 38 roj jê re mane nirxand. Ûzûn, diyar kir ku ji ber rewşa aborî, polîtîkaya derve û krîza nebirêvebirina welat biryara hilbijartinê hatiye dayîn û dawiya 16 salên serdema îktîdara AKP'ê tê. 
 
'EM Ê QADAN BIHEJÎNIN'
 
Ûzûn anî ziman ku ew EHP, ew ê di pêvajoya hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de "Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê" bi rêxistin bikin û ew ê di hilbijartinê de HDP û namzetê wê yê serkomariyê Selahattin Demirtaş destek bikin û got: "Wekî hilbijartina 7'ê Hezîranê, xala herî girîng ew e ku HDP di hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî bendavê derbas bike. Eger em ê serokatiyê rawestînin û hedefa me li Meclîsê piraniyê bi dest bixin be, nexwe tişta girîng ew e ku HDP siyaseteke hilbijartinê a çalak bi rê ve bibe û HDP bendavê derbas bike. Her wiha namzetiya Demirtaş û azadiya wî bivênevêya me ye. Ji bo careke din ji rejîma yek zilamî re na bê gotin û ji bo siyaseta Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş navekî bivênevê ye." 
 
Ûzûn, destnîşan kir ku li hemberî îktîdarê civak alternatîfên xwe diafirîne û ji bo vê yekê jî natengije û got: "Loma wisa difikirim ku ev atmosfera siyasî pir dewlemend e. Li hemberî hemû çewisandin, êrîş û zilmê gelê kurd xwedî li partiya xwe derket. HDP siyaset hilberand, kongreya xwe li dar xist û namzetê xwe diyar kir. Me di pêvajoya vê hilbijartinê de careke din dît ku awayê têkoşînê ya li civakê peyda bûye bi tu awayî bi paş ve neçûye." Ûzûn ku got "roj roja me ye, serdem serdema me ye" destnîşan kir ku divê bi awayekî çalak xwedî li pêvajoya hilbijartinê bê derketin û got: "Ji bo deng bidin HDP'ê, Selahattin Demirtaş em ê bi dengekî bilind qadên bajaran bihejînin. Ji bo Demirtaş bimîne tûra duyemîn û ji bo HDp bendavê derbas bike, çi ji destê me bê divê em bikin." 

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê