2 sal di ser kuştina Remziye Borê re borî: Neval bê dayik mezin dibe

  • rojane
  • 09:18 17 Gulan 2018
  • |
img

WAN - Di ser kuştina Remziye Borê re 2 sal borîn. Keça wê Neval tenê ji wêneyan diya xwe nas dike. Neval ku ji meta xwe ya ew mezin dike dibêje "dayê", tenê li girtîgehê bavê xwe dibîne. 

Li Taxa Hacibekir a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di 18'ê Gulana 2018'an de polîsan avêt ser malekê û di avêtina ser malê de Remziye Bor (27) ku ducanî bû û pitika wê 7 meh û nîvî bû kuştin. Di ser mirina Borê re 2 sal derbas bûn. Di lêpirsîna ku di vê çarçoveyê de hat destpêkirin, Serdozgeriya Komarê ya Wanê biryara neşopandinbê da û bi vî awayî rê li ber destpêkirina dozê girt. Her wiha piştî bûyerê hevjînê Borê, Îrfan Bor jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Pitika Borê, Nevalê ku piştî diya wê hat kuştin bi sezeryanê ji nava diya wê hat girtin, niha 2 salî ye û bê dayika xwe mezin dibe. 
 
JI META XWE RE DIBÊJE DAYÊ 
 
Neval ji xizmên xwe herî zêde diçe cem meta xwe ya 19 salî Elîfê. Ji roja ku Nevalê çêbûye bapîra wê Kiymet Bor û meta wê Elîf lê dinerin. Neval bêyî ku hayê wê ji tiştekî hebe, tenê li wêneyên dayika xwe yên bi dîwar ve daliqandî dinêre. Neval ku meta wê Elîfê wê dibe parkan û digerîne, ji meta xwe re dibêje "dayê". 
 
‘KÊLIKA GORA DIYA XWE HEMÊZ KIR Û MAÇ KIR' 
 
Bapîr Kiymet Bor diyar kir ku hîn jî êşa wan wekî a roja berê ye û ken û dengê Nevalê wan kêfxweş dike. Bapîr Bor, diyar kir ku Nevalê dişibe zarokatiya diya xwe Remziye Borê. Kiymet Bor, destnîşan kir ku Nevalê bavê xwe jî li girtîgehê dibîne. 
 
Bapîr Bor, bi lêv kir ku wê du caran Nevalê biriye ser gora diya wê û dema wê biriye Nevalê kêlika gora diya xwe hemêz kiriye û maç kiriye. Bor got: "Dema me ew bir ser gorê me got 'lê biner diya te ev e.' Dema ev yek bihîst, giriya û me kir nekir nesekinî. Paşê tebitî û hêdîka çû kêlika gora diya xwe maç kir. Heta ku me ew anî malê nesekinî, me bi zor û heft bela ew anî malê. Carekê jî bêhna diya xwe nestend. Diya xwe ji wêneyan, ji kêlika gorê nas dike. Ma qey me nedixwest ew jî weke zarokên din tevî dê û bavên xwe mezin bibe. Lê tu tişt nebû wekî xiyalên wan." 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin