ENQERE – Dayika Aştiyê Devlethan Orman bang li dayikên leşker û polîsan kir û got: “Ji bo aştî were pêwîste hemû dayik dengê xwe bidin HDP’ê.”
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Enqereyê jî beşdarî civîna aşkerekirina danezana hilbijartinê ya HDP’ê bûn. Dayikên Aştiyê bang li dayikên leşker û polîsan kirin û gotin: “Ji bo aştiyê dengê xwe bidin HDP’ê.”
‘EM TUNE TÊN HESIBANDIN’
Dayika Aştiyê Devlethan Orman got: “Ji bo aştî pêk were em dixwazin HDP bi ser bikeve. Em dixwazin ku demil dest Selahattîn Demîrtaş berdin. Mêtingeriyê li ser kurdan dikin. Em dixwazin ku kurda ad bibin. Dengê kurdan qût dikin. Êdî em dixwazin hemû cîhan dengê kurdan bibihîze. Em hene, lê li vî welatî tune tên hesibandin. Kurd hene û dê tim hebin. Ji ber vê yekê em dengê xwe didin HDP’ê.”
‘JI BO AŞTIYÊ’
Orman bang li dayikên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir: “Ji bo aştî pêk were pêwîste hemû dayik dengê xwe bidin HDP’ê.” Orman bang li hemû dayik û jinên kurd kir ku ji bo HDP’ê dest bi xebatan bikin û got: “Ji bo HDP bi ser bikeve em ê hemû bixebitin.”
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ EM BÊJIN HDP’
Dayika Aştiyê Gulistan Temel jî destnîşan kir ku ew naxwazin ne dayikên kurd û ne jî dayikên leşker û polîsan bigirîn û wiha axivî: “Em aştiyê û nasnameya xwe dixwazin. Ji bo girtiyên me bên berdan em dengê xwe didin HDP’ê. Em wek jinên kurd mafên xwe dixwazin. Em azadiya Kurdistanê dixwazin. Zarokên me tên qetil kirin û diavêjin hepsan. Em ê ji bo mafê wan têbikoşin.”
‘JI BO AZADÎ Û AŞTIYÊ’
Dayika Aştiyê Xezal Temel a 70 salî jî wiha got: “Berê nedihiştin jin derkevin derve. Jin di bin zextan de bûn. Em jin ji bo aştî û azadiyê em ê dengê xwe bidin HDP’ê.”