Fermandar gef li xwediyê kargehan xwar: Ger hûn cih bidin HDP’ê dê ji bo we nebaş be

  • rojane
  • 09:20 16 Gulan 2018
  • |
img

AYDIN – Hat derpêşkirin ku li Nazîlliyê binefserê bi navê Îsmaîl ê Qereqola Cendirmeyan a Dallicayê xwediyê tesîsê û aşxaneya ku HDP dê lê bernameya taştê li dar bixistana tehdît kiriye û ji xwediyê aşxaneyê re gotiye: “Dê ji bo te nebaş be.” 

Li navçeya Nazîllî ya Aydinê, hat derpêşkirin ku xwediyên kargehên ku dê HDP çalakiyan lê dar bixe, ji bo cih nedin HDP’ê hatine tehdîtkirin. Talat Batûrê ku li Taxa Dallicayê Tesîsên Civakiyî ya Sarayê ya aîdî şaredariyê bi rê ve dibe, anî ziman ku wan HDP’ê li hev kiriye ku dê bernameya taştê li tesîsê bihatana lidarxistin. Batûr îdia kir ku lê belê binefserê bi navê Îsmaîl ê Qereqola Cendirmeyan a Dallicayê gef lê xwarine. 
 
‘DÊ JI BO TE NEBAŞ BE’ 
 
Batûrê ku 35 salin li Nazîlliyê dijî û li kargeha xwe çalakiyên wekî taştê, dawet, sinet û mewlûdan li dar dixe, anî ziman ku wan û HDP’ê ji bo 13’ê Gulanê li ser bernameyeke taştê li hev kiriye. Batûr destnîşan kir ku lê belê ji bo vê bernameyê binefserê bi navê Îsmaîl bi telefonê lê geriyaye û bernameya li tesîsê jê »irsiye. Batûr got: “Min got taştêya HDP’iyan e. Got, ev ne pêkan e û dê serê te têkeve belayê. Got, dê ji bo te nebaş be. Min got ‘Hûn dizanin.’ Gef li min xwarin. Yanî wekî bêjî, em ê asteng bikin.” 
 
Batûr, bi lêv kir ku paşê zabite hatine kargeha wî û got: “Ez li Midûriyeta Zabiteyan a Şaredariya Nazîlliyê geriyam. Min got, ji xwe min ev kargeh ji şaredariyê kire kiriye û ji bo ruxsetê li kompîturê binerin bes e. Lê belê, midûriyeta zabiteyan got, cendirme bi ser wan de tên. Cendirme, ji midûriyeta zabiteyan re gotiye, ruxseta wan hebe jî ka binerin, li eywanên dawetan dayîna taştê dibe yan na. Lê ev der tesîseke civakiyî ye. Li vir taştê jî û xwarin jî tê dayîn.” 
 
‘EM Ê GUH NEDIN TEHDÎTAN’ 
 
Batûr, anî ziman ku ji bo pirsgirêk rû nedin wan biryar daye ku taştêya HDP’iyan li aşxaneya kêleka wan bidin, lê belê vê carê jî xwediyê aşxaneya li kêlekê hatiye tehdîtkirin. Batûr, diyar kir ku xwediyê aşxaneyê gotiye binefser Îsmaîl lê geriyaye û got: “Ji hevalê me yê aşvan re jî gotiye ‘Eger hûn taştê bidin dê ji bo we nebaş be. Herî dereng 3 meh şûn de em ê hev bibînin.’ Dîsa jî kesî guh neda van tehdîtan û em ê nedin.” 
 
Batûr, diyar kir ku wan tu gilî nekirine û got: “Ma ez ê kî giliyê kê bikim. Ev binefser van tiştan bi serê xwe nake. Hin kes fermanê didin û ew jî bi cih tîne. Dema hin kesên din bin çima pirsgirêk rû nadin. Tenê dema HDP’î bin wisa gefan dixwin.” Batûr, destnîşan kir ku bila dozger der barê binefser de peywira xwe bi cih bînin. 
 
Hevserokê HDP’a Nazîlliyê Sînan Çakmakçi jî diyar kir ku ew tim bi pêkanînên wisa re rû bi rû dimînin, lê belê ligel van tiştan jî ew ê bênavber xebatên xwe bi rê ve bibin. 
 

Sernavên din

11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû