Togrul: Îtifaqa xwezayî ya hêzên demokratîk dê îtifaqên din birûxîne

img

DÎLOK – Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, destnîşan kir ku dê hêzên civakiyî yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê îtifaqeke demokratîk a xwezayî çêkirine, dê herdu îtifaqên rastgir birûxîne. Her wiha Togrûl bi lêv kir ku bêyî kurdan dê tu îftifaq nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe. 

Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand. Togrûl, destnîşan kir ku dê hêzên civakiyî yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê îtifaqeke demokratîk a xwezayî çêkirine, dê herdu îtifaqên rastgir birûxîne. Her wiha Togrûl bi lêv kir ku bêyî kurdan dê tu îftifaq nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe. 
 
Togrûl diyar kir ku AKP êdî qebîliyeta ku welat bi rê ve bibe winda kiriye û ji bo bala gel ji ser berberîbûn û bêaramîbûna civakiyî ya li welat bikişîne, operasyona Efrînê daye destpêkirin. Togrûl got: “Maliyeta operasyona Efrînê gelekî zêde bû. Jixwe rewşa aboriyê ne tu rewş e, lê bi ser de jî barê şer lê hat barkirin. Bi vê re ev yek diyartir bû. Ji bo krîza aborî ya li welat neye dîtin û ji bo bandora operasyona Efrînê ya li ser dengên netewperestan neşiê, biryara hilbijartina zordest hat dayîn.”
 
 ‘ÊDÎ AKP BÊYÎ ŞER NIKARE WELAT BI RÊ VE BIBE’ 
 
Togrûl, destnîşan kir ku ji ber vê biryara hilbijartina zordest hat dayîn û ev yek li ser berjewendiyên AKP û hevkarê wê MHP’ê hatiye çêkirin. Togrûl, bi lêv kir ku piştî biryara hilbijartinê hatiye dayîn Serokomar Erdogan tim şer tîne ziman û ev yek jî nîşan dide ku êdî AKP bêyî şer nikare welat bi rê ve bibe. 
 
‘DÊ NIKARIBIN DENGEKÎ JÎ KURDAN BIGIRIN’ 
 
Tûgrûl, anî ziman ku di hilbijartineke wisa de dê kurd karibin girêkê vebikin û dê AKP div ê hilbijartinê de nikaribe dengekî jî kurdan bigire. Togrûl got: “AKP berê bîrbiriyeke wisa firand. Bi wan re tu pirsgirêkek min tune ye. Ez bi dabeşkeran, bi PKK’yiyan re bilî nabim. Bi ranta rêveberiyê bi awayekî kêm be jî dengê kurdan girt. Lê belê bi rûxandina bajarên kurdan, bi êrîşa li ser goristanan û derxistina hestiyan nîşan da ku, AKP kurdan ne wekî bira wekî dijmin dibîne. Herkes dizane ku ji hêla Efrînê kevirek jî ber bi vir ve nehatiye, lê dîsa jî Efrînê dagir kir. Derdê evana bi awayeî gitî dijminatiya kurd û Kurdistanê ye. Gelê me baş hay ji vê yekê heye. Dê di vê hilbijarrtinê de nikaribin dengekî kurdan jî bigirin.” Togrûl diyar kir ku dê di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan tenê ne ji kurdan, ji hemû bindest û kedkaran şelmaqê bixwin. 
 
‘SOZA ME YA HERÎ MEZIN JIYANA HEVPAR E’ 
 
Togrûl, destnîşan kir ku tu ferqa herdu bloken rastgir ji hevdu tune ye û xala wan a herî girîng ew e ku herdu îtifaq jî sozên pir hêsan didin gel. Togrûl, diyar kir ku armanca îtifaqa “millet”ê ew ku “bila AKP biçe em welat bi rê ve bibin” û got: “Sozên ku dê çawa berberîbûna li nav welat çareser bikin û dê çawa jiyana bi hev re pêk bînin nadin. Lê belê soza me ya herî mezin jiyana bi hev re ye. Em ê bêaramî û berberîbûna li vî welatî biqedînin. Jixwe hemû gelên li welat, elewî, kedkar, kurd, bindest îtifaqên xwezayî ne. Em ê bi hêza vê îtifaqê bixebitin û herdu îtifaqên din birûxînin.” 

Sernavên din

15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan