Ji ber qedexeyên zozanan pezên xwe difiroşin

  • rojane
  • 09:10 16 Gulan 2018
  • |
img

COLEMÊRG - Ligel ku bi ser gotina “Dê qedexeyên zozanan rabikin” ên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re 4,5 meh derbas bûn jî, hîn qedexe ranebûne. Sewalên gelek gundên Colemêrgê, hespî geliyê Zapê yê havînê 50’î pileyê gerim dibe, bûne. 

Gundî ji ber pêkanînên bi salan ên hikûmeta AKP’ê yên qedexeyên li ser herêmê, dest ji sewalkariyê berdidin. Hin gundiyên di destên xwede sewalên hindik hiştine, ligel hemû qedexeyan li ber xwe didin. Ligel ku bi ser gotina “Dê qedexeyên zozanan rabikin” ên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re 4,5 meh derbas bûn jî, hîn qedexe ranebûne. Ji ber operasyonên li bajêr û navçeyên Colemêrgê, hemû xeta sînor li sivîlan hatin qedexe kirin. Sewalkarên nikarin 100 mete re dûrî gund bikevin, an koç dikin an jî necar dimînin ku sewalên xwe bifiroşin. Gundiyên ji bo debarê li ber xwe didin, necarin li herêmên gerim ên havînê dibin 50’î derece de bimîn in.
 
'EM MEHKÛMÊ  ZAPÊ KIRIN'
 
Îsmaîl Paksoy ê 50 salin şivantiyê dike, diyar kir ku ev du salin li gundê  Dîzê şivantiyê dike û wiha axivî: “Ji ber qedexeyên zozanan em mehkûmê germa havînê kirin. Ev du salin sewalên me hepsî geliyê Zapê kirin. Geliyê Zapê havînê pir gerim dibe. Hem ji bo tenduristiya sewalan û hem jî ji bo hilberînê pir xerabe.”
 
'EV DU SALIN EM PIRSGIRÊKÊN MEZIN DIJÎN’
 
Paksoy, anî ziman ku meh bi ser gotina Erdogan re derbas bûn û wiha got: “Lê hîna jî qedexeyên li ser zozanan nerakirin. Hemû temenê min bi pirsgirêkan derbas bû. Bi salane ji Şirnexê têm û li vê derê şivantiyê dikim. Lê cara yekemîne evqas zehmetiyan dikêşim. Ji ber qedexeyan em nikarin ji cihên xwe bilivin.” 
 
'DERDORA ME HEMÛ ZOZANIN LÊ EM NIKARIN BIÇINÊ'
 
Paksoy, da zanîn ku havînê geliyê Zapê pir gerim dibe û wiha bilêv kir: “Av kêm û gemarî dibe. Ji ber vê sewal nexweş dikevin. Ji derveyî Zapê hemû qadên din qedexene. Derdora me hemû zozanin, lê em nikarin biçinê. Zozana Kanîkilê dikeve başûrê me, zozana Berçelan dikeve bakurê me, zozanên Şerefan û Berwar jî dikevin rojhilatê me. Lê bi tu awayî em nikarin biçinê. Em dixwazin hemû zozanên me serbest bikin.”
 
Mahmut Paksoy ê du salin şivantiyê dike jî, bal kişand ser rewşa aboriyê û wiha got: “Ji ber ku rewşa aboriyê xerabe, ez nikarim biçim dibistanê û du salin bi bavê xwe re şivantiyê dikim. Di geliyê Zapê de şivantî kirin pir zore. Hemû zinarên tîkin û em rastî zehmetiyan tên. Em dixwazin qedexeyên li ser zozanan rakin. Êdî em dixwazin sewalên xwe bibin zozanan.” 
 
MA / Hamza Gunduz
 

Sernavên din

13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 Serokwekîla Koma DEM Partiyê Koçyîgît axivî
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir