'Divê jin dengên xwe nedin AKP’ê'

  • rojane
  • 09:09 16 Gulan 2018
  • |
img

WAN - Jinên Wanî, diyar kirin ku divê deng ji AKP'ê re neyên dayîn û gotin: “Ji bo azadiya jinan hemû kes dengên xwe bidin HDP’ê.”

Jinên Wanî, hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxandin û gotin: “Em ê di 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP9 û namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.” 
 
Esra Aksak, diyar kir ku li ser gelê Kurd tim êrîş hene û wiha axivî: “Divê li dijî vê hemû kes bêjin êdî bese. Emê dengê xwe bidin HDP’ê. Em dixwazin berî her tiştî ev zilm bi dawî bibe. Em li navçeya Şaxê dijîn. Hemû xizmên me bi sewalkariyê derbara xwe dikin. Hemû cih qedexe kirin û em nikarin li ser axa xwe çandiniyê bikin. Em nikarin biçin zozanên xwe. Ji bo ev hemû bi dawî bibin, emê dengê xwe bidin HDP’ê.” 
 
‘DIVÊ JIN JI BO AZADIYA XWE DENG BIDIN HDP'Ê’
 
Sîsê Şaybak jî, anî ziman ku hemû kes ji ber hin sedeman dengên xwe didin HDP’ê û wiha got: “Cigera gelek jinan şawîtî û zarokên xwe winda kirin. Cardin ji bo jin ji bin zilma zilam xelas bibin, têkoşînek bê eman birêve dibin. Di siya partiyê de em azadiya xwe bi dest xist. Hîna jî gelek jin nikarin ji malê derbikevin û hepsê malê hatine kirin. Ez bang li wan jinan dikim ku ji bo azadiya xwe dengên xwe bidin HDP’ê û em bi hevre azad bibin. Jin dê dengên xwe nedin AKP’ê.”  
 
‘JI BO ZAROK NEYÊN KUŞTIN…’ 
 
Ogesîç Aksak, a 2 zarokên xwe di şer û pevçûnan de winda kirin jî, da zanîn ku di hilbijartinê de hêviya wê ya herî mezin aştiye û wiha bilêv kir: “Em dengê xwe nadin AKP’ê. Tiştekê ku AKP ji me re  bêje, nemaye. Ez dayîkim û naxwazin zarok bên kuştin. Cigera min şewitî, bila cigera kesek din neşewite. Ji bo jiyanek birûmet  û aştiyane, emê dengê xwe bidin HDP’ê.”
 
‘ÇIMA EM LI ZOZANÊN XWE NEJÎN?’
 
Fatma Aslan a berî 20 salan ji Şirnexê koçî Wanê kir û li taxa Bostanîçî dijî jî, dest nîşan kir ku ew dixwaze bêtirs li gundê xwe bijî û wiha axivî: “Ev hilbijartin ji bo me pir girînge. Em ziman, nasname û mafê xwe dixwazin. Ma me koçî vir kir çîbû? Gelo çima em li zozan û gundê xwe nejîn? Bê tirs û xof em dixwazin li ser axa xwe bijîn. Ji bo ev hemû pêk bên emê dengê xwe bidin HDP’ê.” 
 
‘DESTHILATDARÎ TU FAYDEYÊ NADE ME’ 
 
Zelîha Bozkurt a 11 salin dikandariyê dike jî, wiha got: “AKP 16 salin desthilatdar û ji bo aboriyê tiştek nekir. Her roj zam dibe. Ji bo jin bibin dikandar pir zoriyan dikêşin. Ez bi vê dikanê derbara xwe dikim. Ez dixwazim hîn zêdetir jin kar bibînin. Desthilatdarî tu faydeyê nade jinan. Ezê dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş. Hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Tirkan HDP û Demîrtaş bi faydetirin.” 

Sernavên din

10:36 Bakirhan di civîna Meclisa DEM Partiyê de axivî
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne