Yolerî: Dê bi 53 girtîgehên nû re çewisandin zêdetir bibin

  • rojane
  • 09:10 15 Gulan 2018
  • |
img

STENBOL – Wezareta Dadê daxuyandibû ku dê 53 girtîgehên nû bên çêkirin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, daxuyaniya wezaretê nirxand. Yolerî anî ziman ku dihat payîn rê li ber girtina mirovan bê girtin, lê belê hikûmet gavên ku dê çewisandina li girtîgehan zêdetir bike davêje. 

Wezareta Dadê çend roj berê daxuyand ku dê 53 girtîgehên nû bên çêkirin û her wiha di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku niha projeya 18 girtîgehan temam bûye. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyaniya wezaretê nirxand. Yolerî destnîşan kir ku jixwe li Tirkiyeyê ji ber sepandinên venêrînê, mecbûriyeta îmzeyê, qedexeya derketina derve û gelek sepandinên bi vî rengî mirov wekî di girtîgehan de bin. Yolerî got: “Zêdekirina hejmara girtîgehên girtî jî sepandineke cuda û giran e.” 
 
'DÊ TECRÎD GIRANTIR BIBE’ 
 
Yolerî, diyar kir ku dê girtîgehên nû bên çêkirin bi pergala qawîşên yek û du kesî bên çêkirin û got: “Çêkirina qawîşn yek û du kesî, nîşaneya ku dê tecrîd bêtir giran bibe. Niha pirgirêka herî mezin a girtiyan; tecrîd û îzolaasyon e. Nepêkanîna hevdîtina bi kesekî/ê re, astengkirina pêwendiyê ya bi girtiyên din re, mehrûmkirina ji bo piştevaniya civakiyî pirsgirêka sereke ya girtiyan e. Em li bendê bûn ev yek bê çareserkirin, mixabin hikûmet dixwaze vê yekê girantir bike. Dê bi vê sepandina nû re nêvenga çewisandinê girantir bibe. Ev ne îşareta pêvajoyeke baş e.” 
 
'ARMANC RÊVEBERIYEKE HÎN ÇEWISÎNERTIR E’ 
 
Yolerî, destnîşan kir ku vekirina girtîgehên nû ne ji bo kêmkirina kapasîteya girtîgehan e. Yolerî anîî ziman ku meseleya sereke ew e ku ev yek îşareta ku dê li welat pêvajoyeke çewisîner a hîn girantir dest pê bike. 
 
Yolerî got: “Em di her serdemê de tînin ziman ku dev ji pêkanînên derhiqûqî û derî mafên mirovahiyê bên berdan. Daxwaza me ew e ku serdemeke ku hiqûq û mafên mirovan serwerê wê be dest p bike. Lê belê îktîdara ku girtîgehên nû çêdike û bi vî awayî li çareseriyê digere, îşaret dike ku dê liv û tevgerên wê yên derqanûnî, çewisîner û derhiqûqî zêdetir bibin.” 
 
MA / Bilal Seçkin
 

Sernavên din

10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?