Esnaf û şêniyên Amedê: Dolar difirin û krîza aborî belav dibe

img

AMED – Her ku diçe şer kûr dibe û ev yek dibe sedemê qirîza aborî û bihabûna dolaran. Krîza aborî û bihabûna dolaran bandorek neyînî li ser esnafên bazar û mişteriyan dike. Li Amedê esnafan got ku ji ber bihabûnê nikarin kar bikin û mişterî jî bi ber bihabûnê bi gazinin û sedemê vê yekê jî krîza aborî didin nîşandan.  

Şerê li derve û hundirê Tirkiyeyê tê birêvebirin, yekser tesîra xwe li ser aboriya Tirkiyeyê dike. Bi polîtîkaya neyîniya Tirkiyeyê ya derve re, qîmeta pereyê Tirkiyeyê kêm dibe û dolar jî biha dibin. Di rojên dawî de dolar bihabûn û derketin ser 4 lîreyên tirk. Bi bihabûna dolaran re krîza aborî jî belav dibe.
 
Bi bihabûna dolaran re krîza aborî bandora xwe li ser esnaf, bazarên taxan û mişteriyan dike. Bi taybetî jî esnafên bazarên semtan ên li bajarên herêmê jî roj bi roj di bin bandora rewşa aborî ya neyînî de dimînin û ji ber ku nikarin kar bikin û mişterî ji ber bihabûna hilberînan nikarin tiştekî bikirîn, bi gazin in. Mişteriyên dadikevin bazarê jî ji rewşa heyî ya aboriyê ne razî ne û ji ber nikarin wek berê tiştan bikirin û bibin malê bi gazinin. 
 
Yek ji bajarên herî bêkarî lê heye û qirîza aborî xwe daye ber deriyan Amed e. Li bazarên semtên Amedê jî esnafên bazaran û mişterî ji ber bihabûna hilberînan û krîza aborî bi gazinin û li dijî vê rewşê heta qirikê tije bi bertek in. Me qirîza aborî ji bazarvan û welatiyan pirs kir û wan jî bersivand. 
 
‘DI NAVBERA PAR Û ÎSAL DE FERQ HEYE’ 
 
Ji esnafên bazarê Sedrettîn Işik ê 40 salî ku 25 sal e fêkî û zebzeyan difiroşe wiha got: “Salên berê karê me baştir dibû. Lê di salên dawî de karê me daketiye. Di van demên dawî de em nikarin kar bikin. Serê sibê heta êvarê em li ber dezgehên xwe rûniştîne. Sedema ku karê me jî nabe, krîza aborî ye. Yên ku tiştekî jî dikire, hindik distîne. Li cihê ku şer hebe, moralê mirovan jî nîne û tengasiya dikişîne. Ji sedî sed şer bandora xwe li ser karê me dike. 
 
Mînakek bidim salek berê, rojê me 50 kîlo fêkî difirot, lê niha 25 kîlo difiroş im. Par me tûfiringiya bi 2 wereqeya bikiriya, me dikaribû bi 3 lîreya bifirota. Lê îsal va em bi 2 wereqan û nîv bistînin jî nikarin bi 3 weraqeya bifiroşin. Di navbera par û îsal de gelek ferq heye. Çareya başbûna aboriyê bidawîkirina şer e û pêkhatina aştî û çareseriyê ye.” 
 
‘BILA AŞTÎ PÊK WERE, LÊ BILA KARÊ MIN NEBE’ 
 
Ji esnafan Naîf Kayik: “Tenê pereyê nanê me derdikeve. Em niha dibêjin ro bi ro xwezî bi duh. Berê rewş baştir bû. Lê niha ji ber aborî sekiniye, rewş ne baş e. Zeytûn û penêr ji sedî sed zem bûye. Heke ku şer raweste û aştî were dê her tişt birêkûpêk bibe. Bila aştî pêk were lê bila qet karê min baş nebe.” 
 
‘ŞER BANDORA XWE LI SER HILBERÎNAN DIKE’ 
 
Nîzam Ortaç: “Her tişt li ber çavan xûyaye. Her roj dolar biha dibin û û sotemenî jî zem dibe. Ev kelûpelên me bi sotemeniyê tên vir. Kengê dolar û euro dakeve û lîtreya mazotê erzan bibe, wê gel rehet bibe. Di nav gel de pere nîne û nikare tiştekî bikire. 
 
Li her aliyê me şer heye. Otomotîkmen bandorê li ser karê me dike. Her tişt ji bo berjewendiyê Emerîka ye. Dolarê wan zêde dibe û pereyê Tirkiyeyê dimire. Kîloya xiyara berê me bi 2 lîreya difirot. Niha em bi 5 lîreya difiroşin. Niha em bi 4 lîre û nîv distînin, em difiroşin bi 5 lîreyan. Niha em kara me kêm bûye û hem jî nayê firotin. Serê sibê em saet di 05.00’an de tên ser kar û heta êvarê li vir in û dest vala vedigerin malên xwe.” 
 
BEXDENÛZ JÎ BIHA BÛYE!
 
Esnaf Abdullah Yilmaz: “Berê 5 qevdik bexdenûz bi lîreyekê bû, lê niha qevdikek bexdenûz bi lîreyekê ye. Kîloya pîvazên ter berê bi lîreyekê bû, lê niha qevdikek pîvaz bûye bi lîreyekê. Her tişt biha bûye. Gel jî feqîre nikare tiştekî bikire.” 
 
‘QIRÎZA ABORÎ ME BÊZAR DIKE’ 
 
Ji miştereyan Nurhan Say: “Bi muçeyê teqewîtekê em nikarin tu tiştekî jî bikirin. Em li gorî butçeya xwe tevger dikin. Li şûna êdî em bi kîloyan bikirin, nîv kîlo dikirin. Yên nikarin nîv kîlo jî bikirin hene. Rewşa par ji ya îsal baştirbû. Jiyan biha bûye û şert gelek zor in. Ji ber qirîza aborî em jî zehmetiyê dikişînin.”
 
Asya Açan: “Hemû tiştên li bazarê jî biha bûye. Ji ber bêkariyê pere jî nîne em tiştekî bistînin. Em bi muçeyê teqewîtbûnê nikarin debara xwe bikin. Kirê û hemû pêdiviyên malê li ser muçeyekî ye. Berê jiyan û bazar gelek erzan bû. Lê niha her tişt bihaye. Sedemê vê yekê jî krîza aborî ye.” 
 
‘HIKUMET TABLOYA PEMBE XÊZ DIKE’ 
 
Mehmet Şerîf Oktay: “Qeweta me ya kirînê nemaye. Yên li jor li gorî dilê xwe bi hingivî dixwin. Lê em nikarin kîloyek firingî bikirin. Berê me li gorî dilê xwe her tiştî disitend. Lê niha rewş kambax e. Li vir heq, hiqûq û edalet nîne. Hikumet tabloya pembe xêz dike, lê gel di ferqa vê yekê de ye. Heke ku benzîn her meh biha bibe, kes nikare tiştekî jî bikire. Em li dijî şer in û em li gel biratî û aştiyê ne.” 
 
MA / Bîlal Guldem – Lezgîn Akdenîz

Sernavên din

11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin | TÊ NÛKIRIN
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû