Jin ked û çanda xwe dîtbar dikin

  • jin
  • 11:26 7 Nîsan 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên ji bo Mîhrîcana Gîha ya Alaçatî diçin serê çiyan û zinaran gîha kom dikin, tînin mîhrîcanê difiroşin. Jin bi vî awayî li aliyekê çanda herêmên xwe û li aliyê din jî keda destê jinan dîtbar dikin. 

Li herêma Alaçati ya navçeya Çeşme ya Îzmîrê 9’emîn Mîhrîcana Gîha ya Egeyê di roja sêyemîn de berdewam dike. Di mîhrîcanê de  jinên gîha ji çaiyan kom kirin û di mîhrîcanê de difiroşin balê dikişînin. Jinên Egeyî, ligel gîhayên kom kirin, berhemên bi destan çêkirin jî pêşkêşî ziyaretvanan dikin. Jinên kurd ên di mîhrîcanê de cih digirîn jî çanda xwe didin nasandin. 
 
ÇANDA KURDAN DIDE NASANDIN
 
Guler Kaya ya ji Şirnexê jî yek ji wan jinên kurde ku çanda xwe di mîhrîcanê de dide nasandin. Kaya,  diyar kir ku ji ber nebûna aboriyê berî 35 salan koçî Alaçati kir û wiha axivî: “Ez xarinên kutilk, qisir û dolma çêdikim û di heman demê zeytê jî difiroşim. Ez hewl didim çanda xwarinê ya gelê kurd bidim nasandin. Eleqeya hemû kesê ji bo me heye. Ez xarinên xwe li hemû kesê belav dikim. Êdî kê çi bixwaze wê dide. Ez zêde girîngiyê nadim aboriyê. “ 
 
‘BI KEDA DESTÊ XWE ÇÊDIKIM Û DIFIROŞIM’
 
Ayşe Bel a ji Mêrdînê jî, diyar kir ku berhemên bi keda destên xwe çêdike, difiroşe û wiha got: “Hemû kes berhemên min di ecibînin.”
 
Mînîk Pala jî, anî ziman ku ew hemû cûreyên gîha kom dikin û wiha bilêv kir: “Ne tenê ji bo mîhrîcanê, di hemen havîn û zivîstanê de jî em tim çiyan gîha kom dikin. Gava em cehterê kom dikin destên me parçe parçe dibin. Em ji zinaran gîha kom dikin. Gava em diçin gîha em hemû tiştî didin ber çavên xwe. Lê îsal mirov pir kêm tên mîhrîcanê.” 
 
Safiye Subaşi û Emel Dagli jî, dan zanîn gîha kom kirin pir zore û wiha gotin: “Em giha ji çiyan kom dikin. Gava nayên firotin, em wan hişk dikin û bi awayekê hişt difiroşin. Em rîçal jî çêdikin. Ji bo keda me bê xuya kirin gelek hewldanên me hene.”
 
MA / Zuhal Atlan – Ruken Demîr
 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin