UNESCO’yê îtirazî projeya Geliyê Dîcleyê kiribû, lê hêj daran dibirin

img

AMED - Di çarçoveya pêngava yekem a “Projeya Qasa Rekreasyonê ya geliyê Dîcleyê” ku ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hat amadekirin de, DSÎ’yê li Geliyê Dîcleyê dest bi xebata îslehkirina qamirgeh û lîtavê kir, lê ev xebat veguherî talankirina daran. Her çend UNESCO’yê got bila raweste, aktivîstên xwezayê gotin zirarê dide rûberka riwekî jî, lê makîneyên kar daran dibirin û dieciqînin. 

Pêngava yekem a “Projeya Qada Reakrasyonê ya Hawirdor û Bajarsaziyê” ya ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hat amadekirin li pira Farqînê dest pê kir. Di çarçoveya projeyê de, Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) xebata îslehkirina lîtav û qamirgehê kir, lê belê ev xebat veguherî qirkirina daran. Xebata îslehê ya li pira Farqînê dest pê kir qadeke 21 kîlometreyî di xwe de dihebîne. Di bin banê qada îslehkirina qamirgeh û lîtavê de, kemçe û makîneyên kar ketin qadê lê belê ev makine daran dieciqînin û pêş ve diçin. 
 
UNESCO: BILA PROJE RAWESTE 
 
Piştî debiya Çemê Dîcleyê kêm bû, hêla peravê veguherî bax û baxçeyên berdar. Welatiyên ku li Fîskayayê dimînin, li qeraxa çem bax û baxçe çêkirin û bi salan e fêkî û zebze hildiberînin. Piştî ku xebatên îslehkirinê dest pê kirin heyetek ji UNESCO’yê hat û qirkirina daran bi çavê xwe raçav kir. Heyetê destnîşan kir ku xebata têkitin zirareke mezin dide pergala ekolojîk û divê demildest bê rawestandin. Wê heyet çavdêriyên xwe bike rapor. 
 
XWEDIYÊN BAXÇEYAN: BILA QIRKIRINA DARAN RAWESTE 
 
Welatiyên li vê qada ku tê îslehkirin baxçeyên wan hene, bi lêv kirin ku divê demildest dawî li qirkirina daran bê. 
 
Medenî Azarê ku 30 salin li qerexa çem karê baxçe dike got, di vê xebata îslehkirinê de bi hezaran dar hatine jêkirin û hîn jî tên jêkirin. Azar got: “48 sal berê li Fîskayayê bi cih bûm. Li van deran ocaxên qûmê hebûn. Piştî hatin girtin me bi derfetên xwe deverên hatibûn texrîbkirin çêkirin. Me ax kişand van deveran û em firingî, xiyar, çîlek, îsot, bacanên reş diçinînin. Lê niha tê xwestin ku em van deran vala bikin.” 
 
Alî Soylemezê ku li qeraxa Çem baxçeyê wî heye, diyar kir ku ekîbên ji Şaredariya Mezin a Amedê hatin diyarkirin ku ew ê daran jê bikin û zirara wan bidin. Soylemez, bi lêv kir ku wan îtirazî vê yekê kiriye lê belê ji wan re hatiye gotin ku ev der ne aîdî wan û nikarin îtiraz bikin. Soylemz got: “Di baxçeyê min de 272 dar hebûn. Hemû jêkirin. Li vir 80 baxçe hene, hin baxçe hene 500 dar têde ne û dê ev hemû bên jêkirin.” 
 
‘WÊ RAPORA ÎTIRAZÊ YA UNESCO’YÊ NIKARIBE BIBE ASTENG’ 
 
Me bi şefe DSÎ’yê yê di xebata îslehkirinê de cih digire de hevdîtin çêkir. Şef îdiakir ku dê çarçoveya projeye de qadên hêşîn, riyên biskilêtan, qad, tesîsên civakî, qadên sporê û qadên reakrasyonê bên çêkirin û dê ev bi kêrî bajêr bên. Şef, bi lêv kir ku dê di rakirina baxçeyan û jêkirina daran de tu kes neye mexdûrkirin û xwediyên baxçeyan di warê qanûnî de dagirker in û nikarin doza tu mafî bikin. 
 
Me ji şef re xeba UNESCO’yê û îtiraza ku dê bike kir. Şef di vê der barê e got: “Ji UNESCO’yê komek hat û gotin ew ê raporekê amade bikin. Dema Sûr hat rûxandin li kuderê bûn. Lê îro tên ketine derde 3-4 daran. Lê belê rapora ku bê amadekirin wê nikarbe ji bo xebata me bibe asteng. Wê darên hatine jêkirin ji nû ve bên danîn. Em ne dijminê xwezayê ne.” 
 
‘PROJE MUDAXILEYÎ RIWEKA NEBATÎ DIKE’ 
 
Endama Platforma Parastina Hevselê Guner Yanliç, ji bo projeya rekrasyonê ya Geliyê Dîcleyê got: “Xeyal Venedîk, lê rastî talankirin e.” Yanliç destnîan kir ku divê mirov dest nede Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê û got: “Ev xebatên îslehkirinê yên ku Baxçeyên Hevselê jî dihebîne kî ji bo çi dike. Hevsel tevî Sûra dîrokî ji aliyê UNESCO’yê ve wekî mîrateya cîhanê hatiye qebûlkirin. Divê mirov dest nedin wê, heta divê bizmarek jî neyê kutandin.” Yanliç, bi lêv kir ku bi van xebatên rekrasyonî DSÎ mudaxileyî riweka nebatî dike û got: “Divê DSÎ êdî wekî saziyeke sermayeye tev negere.” 
 
Yanliç, diyar kir ku li gor Peymana Ramsarê ku Tirkiye jî endamê wê ye divê qadên qmirgehî bên parastin, lê belê ev der niha tên tunekirin. Yanliç, diyar kir ku qamirgeh li cîhanê pergala dawerivandinê ya xwezayî û hêzdar e û bi milyonan sal in hene. Her wiha Yanliç diyar kir ku mirov bi saya van qamirgehan debara xwe dikin. 
 
Yanliç, anî ziman ku hêza xwezayê heye ku xwe nû bike û ne rast e ku mirov çemekî hepsî qenalekê bike û herîkîna xwezayî ya çem biguherîne û qamirgehan jê bike. Yanliç got: “Li wir ekosîstemek heye û divê mudaxileyî ekosîstemê neyê kirin.” 
Yanliç diyar kir ku Çemê Dîcleyê ji aliyê meqamên fermî ve wekî avekeê bê nav û pênase tê dîtin. Yanliç, bi lêv kir ku ji ber vê yekê tê talankirin û texrîbkirin. Yanliç, destnîşan kir ku divê beriya her tiştî Çemê Dîcleyê yê dîrokî û pîrozwer bê pênasekirin. 
 
Herî dawî Yanliç ev tişt gotin: “Pirsgirêkeke din jî; Çemê Dîcleyê tim tê qirêjkirin. Bermayiyên pîşesaziyê organîzeyê, bermayiyên bazara heywanan, bermayiyên avî yên çandiniyê, ava xeta dernajê ya Şaredariy Sûrê li vî çemî tên valakirin. Divê rê li ber vê yekê bê girtin.”