Masîvanan torên xwe dawî avêtin Gola Wanê

img

WAN – Masîvanên Wanî torên xwe yên dawî avêtin Gola Wanê. Masîvan ji ber bihayê masiyên încî kefalî erzan in û mazot bihaye bi gazin in û diyar dikin ji ber depoya hewaya sar li benderê nîne nikarin masiyan bişînin bajarên din. 

Li cîhanê masiyên încî kefalî tenê di Gola Wanê de hene. Qedexeya nêçîra masîpankan di 15’ê Nîsanê de dest pê dike. Heta 4 mehan dê girtina masîyan qedexe be. Masîvanên Gola Wanê torên xwe yên dawî diavêjin golê. Masîvan ji ber bihayê masîpankan erzan in û mazot bihaye bigazin in. 
 
Masîvanên li gundê Îşkîrtê ya Westana Wanê diyar dikin ku ji ber bahoza diqewime û erzaniya masiyan salê tenê 60 roj diçin masiyan û bi taybetî jî bihayê mazotê li ser wan bandorê dike. Masîvanan got ku her cara ku diçin golê masiyan digirin 230 TL lêçûyîna wan dibe û di berdelê vê yekê de tenê dikarin 150 kîlo masiyan bigirin û kîloya masiyan bi lîreyekî difiroşin. 
 
MASÎ PEREYÊ MAZOTÊ JÎ DERNAXE 
 
Bunmaymîn Degîrmencîoglu yê 11 sal e masîvaniyê dike anî ziman ku ew rojên xwe diçin girtina masiyan û got: “Serê sibê em zû diçin û heta êvarê dixebitin. Em di bin şertên zehmet de dixebitin. Em di firotina masiyan de zirarê dikin. Heta em carna pereyê mazota xwe jî dernaxin. Divê ku bihayê mazotê dakeve.” 
 
'EM KETINE DESTÊN TOMERFIROŞAN’ 
 
Degîrmencîoglu da zanîn ku masiyên ew digirin li benderê difiroşin tomerfiroşan û wiha got: “Me van rojan torên xwe yên dawî avêt golê. Ji 15’ê Nîsanê şûn ve qedexeya girtina masiyan dest pê dike. Em masiyan bi erzanî difiroşin. Çimkî em ketine destê tomerfiroşan. Li gundê me nêzî 26 qeyîk hene û em hemû bi masîvaniyê debara xwe dikin.” 
 
‘QIRÊJKIRINA GOLÊ MASIYAN KÊM DIKE’ 
 
Degîrmencîoglu anî ziman ku ji ber ava gemarî diherike ser Gola Wanê av qirêj dibe û qirêjkirina golê masiyan kêm dike û ev yek bandorek neyînî li ser karê wan dike 
 
‘JI BER DEPOYÊN ME NÎN IN, EM ZERARÊ DIKIN’ 
 
Ferdî Tayfur jî 7 sal e masîvaniyê dike. Tayfur diyar kir ku ew debara malbata xwe bi masîvaniyê dike û her cara ew diçin masiyan digirin 230 lîre mesrefê wan dibe û wiha got: "Heke ku dewletê piştevaniya me bikira dê ewqas lêçûyîna me nebûya. Her alîkariya mazotê ji bo me nake, herî kêm bila li benderê depoya hewaya sar çê bike. Çunkî masiyên em digirin, bêyî ku bigîhîjin bajarek din xera dibin. Heke ku depoyên me hebûna me dikaribû masiyan heta Stenbolê bişanda. Ji ber depo nîne, masiyên me di destên me de dimînin û em bi erzanî difiroşin. Em hemû bi zerarê dixebitin. Ji ber em zerarê dikin, her roj em nikarin biçin girtina masiyan. Di nav 4 mehên dawî de li dora 50-60 rojan em çûn girtina masiyan.” 
 
MA / Mahmut Ruvanas

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê