Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn

img

ÎZMÎR – Li Kadîfekalê, penaberên Sûriyeyî yên di avahiyên kavil de dijîn, şert û mercên xwe yên jiyanê vegotin. Penaberan bertek nîşanî gotinên hikûmetê yên dibêjin “Dinava şertên baş de dijîn” dan û gotin: “Ger rewşa me baş bûya emê di malên kavil de bijiyan?”

Penaberên Sûriyeyî yên neçar man ji ber şerê li welat koç bikin, her cihê diçinê rastî êrîşan tên. Penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê di rewşên zor û zehmet de dijîn û bi pêvajoya OHAL’ê re kîn û nefreta li dijî wan zêdetir bûye. 
 
Li Tirkiyeyê, Îzmîr yek ji bajarên penaberên Sûriyeyê lê dijine. Li gorî danayên fermî, li bajêr 130 hezar penaberên Sûriyêyî dijîn. Lê di nexşeya penaberên ji Gulana 2017’an û vir ve belav bûyî de li Îzmîrê nêzî 100 hezar û 500 hezar penaber hene.  Penaber herî zêde li navçeyên Torbali, Bergama, Konak, Çeşme û Foça yên Îzmîrê dijîn û dikarên heqdesta wan herî kêm de dixebitin. Piraniya penaberan di avahiyên kavil de dijîn û keda wan tê xarin. 
 
Mirov dikare li kolana semta Kadîfekale ya navçeya Konakê rastî gelek penaberan bê û nêzî 15 hezar penaber li vê navçeyê bi cih bûne. Li semta Kadîfekaleyê hin penaberên Sûriyeyê nêzî 5 salane lê bi cih bûne. 
 
Li Kadîfekalê, di avahiyek kavil a 3 katî de 4 malbat dimînin û 23 endamên wan hene. Dayîka 6 zarokan Cumayî Xelat a 50’î salî, ji Kobanêye û 2 kurên xwe li Kobanê winda kirine. Xelat bi hevjîn û 4 keçên xwere ev du salin li vê derê dijî. 
 
Xelat debara malbata xwe bi 400 TL’ên hevjînê wê yê asteng dar ê bi xurdevaniyê qezenc dike, dikin û her mehê 200 TL didin kirê.   
 
‘EMÊ VEGERÊN SER AXA XWE’ 
 
Xelat, diyar kir ku ji ber binpêkirinên mafan wan nexwestin li kampên penaberan bimînin û wiha axivî: “Ji ber ku em ji Sûriyeyê ne, di karên heqdestên wan kêm de em dixebitin. Tim xerab nêzî me dibin. Em dixwazin şerê li Sûriyeyê êdî bi dawî bibe. Bila şer biqede. Em êdî naxwazin li ser axa biyaniyan bijîn, em dixwazin li ser axa xwe bijîn.”
 
Xelat bertek nîşanî daxuyaniyên hikûmetê yên “Penaberên Sûriyeyê di nava şert û mercên baş de dijîn” da û wiha got: “Ger rewşa me baş bûya, emê divan malên kavil de bimana? Jinek penaber ji bo nanekê pare nabînin. Mîna koleyan dixebitin. Em hatin Tirkiyeyê, tenê nasnameya penabertiyê dan me. Gava em diçin nexweşxanê pir zehmetiyan ji bo me derdixin. Dibe ku em ji birçînan re namirin, lê em xwe aîdê vê axa nabînin. Çi dibe bila bibe emê li van deran nemînin. Bila şer biqede, em ê vegerîn axa xwe.” 
 
‘EM TÊKOŞÎNA XWE DIDOMÎNIN’
 
Xelat, da zanîn ku şer li Sûriyeyê di çarçoveya berjewendiyên hêzên Navneteweyî de berdema dike û wiha  bilêv kir: “Li Sûriyeyê DAIŞ’ê serê mirovan jê kirin. Komkujî pêk anîn. Sûriye veguheriye welatê dewletên biyanî yên li hev kirine. Gelek dewlet hatin Sûriyeyê û gotin ‘emê aştiyê bînin’, lê tim şer anîn û mirov qetil kirin.”
 
Xelat, dest nîşan kir ku berî êrîşên li ser Efrînê dixwestin vegerin, lê niha li Efrînê gel tuneye û wiha bi dawî kir: “Niha li Efrînê çete hene. Em naxwazin biçin wir. Ger bi darê zorê me bişînin jî, em ê tu carî bi çeteyan re nejîn. Ger şerê li Efrînê bi dawî bibe û mirov vegerên ser axa xwe wê demê emê jî biçin. Efrîn xweşe. Gelo emê çi demê jiyana xweş li ser van welat bijîn?  Lê cardin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
‘ME WEKE KOLEYAN DIBÎNIN’ 
 
Jina binavê Famta Mustafa jî, 6 salin ji Sûriyeyê koç kiriye. Mustafa destpêkê koçî  Stenbolê dike  û dûrê berê xwe dide Îzmîrê. Nexweşîna şekir bi Mustafa re heye û ji ber ji Sûriyeyê ne rastî gelek zorî û zehmetiyan hatine. Mustafa, diyar kir ku li Tirkiyeyê di şertên pir xerab de jîn û wiha axivî: “Di bin navê ‘veguhestina bajarvaniyê de’ dê malênem têdene xerab bikin. Em li ser axa xwe hatin qewirandin û hatin welatên biyaniyan. Me rê ne dizanî. Em hatin Tirkiyeyê. Mirov vê derê kenê xwe bi me dikin. Ji ber jiyana me em pir hatin binpêkirin. Raste dewleta Tirkiyeyê deriyê xwe ji me re vekir, lê ji bo em binpê bike deriyê xwe vekir. Destpêkê me digirin kar, em dixebitin dûre ji me re dibêjin ‘hûn kurdin pare nedin van.’ Me mîna koleyan dibînin.”
 
‘JI BO ME BIKUŞIN…’ 
 
Mustafa, bal kişand ser gotinên Erdogan ên “Gava operayona Afrînê bi dawî bû em ê penaberên Sûriyeyê cardin bişînin welatê wan” û wiha bilêv kir: “Gelo ji bo me  bikuşin, dixwazin me bixin destê kê? Wêderê şewitandin û wêran kirin. Emê çawan biçin wê derê? Li wê dêrê xizmên me hene. Kes nikare me bi darê zorê bişîne wê derê.”
 
Mustafa, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi fikirin niha jî li bajêr em bi kêre bi axivin, bi şev tên malên me û em giliyê polîsan dikin û gefan li me dixwin. Ji me re dibêjin ‘Tirkiye bavê we ye, dayîk û zimanê we ye.’ Bi vî awayî me asîmle dikin. Êdî em ditirsin biaxivîn. Em ditirsin pirsgirên xwe bînin ser ziman. Ewqas bûyerên xerab tên serê me, lê em bêdeng dikin û nahêlin  em bi axivîn.”
 
MA / Zuhal Atlan - Ruken Demîr

Sernavên din

11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin| TÊ NÛKIRIN
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû