Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e

img

COLEMÊRG – Îthalatkirina goşt, fiyetên goşt danexist. Cotkar û sewalvanên colemêrgî diyar kirin ku tekane çareserî destekkirina sewalvanan û rakirina qedexeya li ser zozana ye. 

Tirkiye ji gelek welatan îthalata goşt dike. Lê belê ev îthalatkirin fiyetên goşt zêde nake. Ev demeke dîsa fiyetên goşt biha bûye. Li Colemêrgê sewalvanan diyar kir ku polîtîkaya îthalata goşt a hikûmetê têk çûye û tekane çareserî destekirina sewalvanên herêmê ye. Nemaze jî gundiyan bal kişand ser qedexeya zozanan û destnîşan kirin ku eger neyên destekkirin wê rewş xirabtir bibe. 
 
‘BÊYÎ ZOZANAN MA EM Ê ÇAWA SEWALAN XWEDÎ BIKIN?’ 
 
Şêniyê gundê Guncorkê Sevdîn Çîftçî got: “Bi salan me heywan birin Iraqê. Tevî xizmên xwe her carê nêzî 700 heywan me dibirin Îranê û difirotin. Lê belê niha em ketine rewşeke wisa ku mih nemane.” Çîftçî, diyar kir ku berê li gundê wan 50 mal hebûn û her malek herî kêm 300 pezê wî hebû, lê belê niha tenê li gund 3 mal mane. Çîftçî got: “Li vê herêmê em ji bilî sewalvaniyê tiştekî nizanin. Herêma me herêma sewalvaniyê ye. Derfetên me yên ji bo çandiniyê tune ne. Pîşesazî jî tune ye. Li herêmê ji ber girtina riyan û qedexekirina zozanan êdî mirov nikarin heywanan jî xwedî bikin. Ji ber vê herkes koçî bajêr kir. Niha tenê 3 malbat li gund mane. Em jî tenê ji bo debara xwe heywanan xweyî dikin. Ma eger em nikaribin biçin zozanan em ê çawa heywanan xweyî bikin?”
 
 
Sefer Çîftçî jî diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê yên îthalkirina goşt polîtîkayên çewt in. Çîftçî bi lêv kir tenê ne ji ber fiyetên goşt, betalî jî dibe sedem ku li herêmê sewalvanî biqede. Çîftçî got: “Demekê li gundê me tenê 6 hezar heywan hebûn. Lê belê niha tenê 400 pez mane. Li herêma Berwarê 9 gund hene. Zozan û çêreyên her gundî hene. Eger destûra van zozan û mêrgan bê dayîn, wê têra 20-30 col pez bike. Lê belê rewşa heyî nîşan dide ku em hatine dawiya her tiştî.” Çîftçî polîtîkaya çandinî û sewalvaniyê ya hikûmetê rexne kir û got: “Li gor min polîtîkaya goştê îthal a hikûmetê polîtîkayek şaş e. Ji dêvla ku hikûmet biçe ji derve bikire, ji bo çi ji çavkaniyên xwe yên heyî vê yekê peyda nake? Her diçe em feqîr dibin. Hikûmet di her warî de welat kiriye pêgirtiyê derve. Wê ev rewşa pêgirtîbûnê heta kuderê dewam bike? Tekane çareseriya vê yekê ew e ku divê hikûêmet destekê bide gundiyan û pêdiviyên gel bi cih bîne.” Her wiha Çîftçî diyar kir ku divê dewlet qedexeya li ser zozanan jî rabike. 
 
ŞIVANÊ GUND: BILA QEDEXE BI DAWÎ BIBIN 
 
Îdrîs Kara yê ku li gundê Guncorkê şivantiyê dike û mehê hezar lîre meaş distîne, anî ziman ku eger dawî li qedexeya li ser zozan û mêrgan bê wê hejmara heywanan zêde bibe. Kara got: “Tekane daxwaza me bidawîbûna qedexeyê ye. Eger qedexe bi dawî bibin, wê hejmara heywanan zêde bibe. Wê fiyetên goşt û miyan jî kêm bibe.” 
 
MA / Hamza Gunduz