Dîmenên bombebar kirina Nexweşxaneya Avrîn hat weşandin

img

EFRÎN - Dîmen û wêneyên bombebar kirina Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hat weşandin. 

Tirkiye di roja 57'an de bi hêza TSK û OSO axa Efrînê û navenda Bajarê Efrînê bombe dike. Şevê din TSK'ê Nexweşxaneya Efrînê bombe kir û nêzî 16 welatiyên sivîl di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan. Dimen û wêneyên bombebar kirina Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hatin weşand. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di malpera xwe de dimen parve kirin. ANHA li ser lînga http://ku.hawarnews.com/bi-dimen-u-wene-topbarana-li-ser-nexwesxaneya-avrine/ parve kir û nîşan daku babafiran nexweşxane bome kirine. Di nava şevê de balafirên şer hem mizgeft û hem jî gelek cih û kargeriyên din bombe kiribû. TSK’ê îdîa kiribû ku nexweşxane nehatiye bombebaran kirin, lê di dîmen û wêneyan bi awayekê eşker xuya dike ku balafirên şer ên TSK’ê nexweşxane bombebaran kirin. Bi vê yekê derket holê ku TSK bi dîmên parvekirin, derewan dike. Gava balafirên şer ên TSK’ê Nexweşxaneya Avrîn bobebaran kir, bi sedan welatiyên sivîl ên birîndar lê dihatin derman kirin. Di bombebaranê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.