Derman li dermanxaneyan nabînin

  • rojane
  • 09:10 22 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Sînan Îpek ê ku dayika wî nexweşa sîrozê ye 3 roje li hemû dermanxaneyan geriya derman ji bo dayika xwe nedît. Îpek îdia kir ku dermanfiroş li benda buhabûna dermanin, ji bo wê gelek derman nayên firotin.

Sînan Îpek ê li Amedê dijî, 3 roje li gelek dermanxaneyan geriya ji bo dayika xwe Fatma Îpek (50) li tu derî derman peyda nekir. Îpek aşkera kir ku dayika wî ji sala 2005'an vir ve nexweşa sîrozê ye, gelek caran dermanê dayika xwe nikare bibîne.
 
‘EM BÊ ÇARE LI BENDÊ NE’
 
Îpek destnîşan kir ku dermanên heyî nayên firotin, dermanfiroş li bendê dimînin ku derman buha bibe û wiha axivî: "Em her dem li ber deriyê dermanxaneyan radiwestin. Ei 3 rojan de dermanxaneya ku ez neçûmê nema, lê derman nayên dîtin."
 
Îpek anî ziman ku her dem buhayê dermanan zêde dibe, ne li ser sîgorteyê û ne jî bi berdêla pere dermana nikarin bibînin. Îpek, bi lêv kir ku 17 nexweşên sîrozê yê ku ew nas dike, bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne, got ku dayika wî li ber çavê wî dihele, lê tiştek ji destê wî nayê.
 
DERMANXANE: PIRSGIRÊK YA FÎRMAYAN E
 
Me der barê agahî ji dermanxaneyan girt, îdia kirin ku dermanê nexweşên sîrozê buha ye û derman bi sînorkirî tê ber destê wan û bi lez diqede. Dermanxaneyan aşkera kir ku ew li ser daxwazên nexweşaşn dermanan ji depoyên fîrmayan dixwazin, firotina derbanan jî di kontrola fîrmayan de ye. 4 dermanxaneyên ku me heman derman ji wan xwestin, heman bersiv dan û îdia kirin ku di destê wan de ev derman tune ne.

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê