Bi têkoşîna xwe ji bo jinan bû hêvî

  • jin
  • 09:09 22 Sibat 2018
  • |
img

DÊRSÎM - Zeynep Altun a malata wê ji Dersimê sirgûnî Edeneyê bû, di zarokatiya xwe de karên giran kir û di gelek karan de xebitî. Altun ku 5 sal berê vegeriya warê xwe Dersimê kargeha modayê vekir û bi têkoşîna li dijî hişmendiya serdest, ji bo jinan bû mînak û moral. 

Jinên li Tirkiyeyê hen di nava malbatê de û hem jî di nava jiyanê de li dijî her çure zextan têkoşînê dimeşîne. Her roj bi sedan jin bi şidetê re rû bi rû dimînin, cinayetên jinan jî kêm nabin. Jinên li dijî vê hişmendiyê tê dikopin, hêviyê mezin dikin. Zeynep Altun a ji Dêrsimê hêj di zarokatiya xwe de bi hişmendiya mêr a serdest re rû bi rû dimîne, têkoşîna wê ji bo hemû jinan dibe hêvî.
 
Altun 37 salî ye û zaroka malbateke Dêrsimê ye. Malbata wan ji komkujiya Dêrsimê ya 1938'an rizgar bû û koçî metrepolê Tirkiyeyê kir. Li Edeneyê ji dayik bû. Hêj 14 salî bû ji bo debara malbatê çû Stenbolê. 20 salan di fabrîqeya tekstîlê de kar kir. Di temenê zarokatiyê û ciwantiya xwe de her dem bi zextan re rû bi rû ma. Herî dawî li koka xwe vegeriya û hat Dêrsimê. Berî 5 salan li Dêrsimê mala modeyê vekir û ji bo jinên esnaf bû hêvî.
 
‘BÎRANÎNEKE MINA ZAROKATIYÊ TUNE’
 
Altun destnîşan kir ku ew neçar maye di zarokatiyê de dest bi xebatê bike û wiha got: "Piştî ez mezin bûm nin ferq kir. Bîranîneke min a zarokatiyê ez bêjim tune. Ez her dem neçar mam bixebitim. Tu carî jiyana ku zarokek xeyal dike bi destê min neket. Şertên malbata min ez neçarî vê rewşê kirim." Altun diyar kir ku ti temenê zarokatiyê de xebat zehmet e û wiha axivî: "Mi li karkegan gelek zehmetî kişand. Ez 15 saetan dixebitîm û min heqdestiya xwe nedigirt. Ji ber ku maf nadin zarokan. Dema zêde didin xebatê jî, dibêjin ku 'ji xwe zarok e, dê nikaribe mafê xwe bixwaze.' Divê zarok ji xwe re bileyzin û nesiyê bikin, nexebitin."
 
‘MIN XWEST EZ BIBIM XWEDIYÊ KARÊ XWE’
 
Altun bi lêv kir ku xebata di tekstîlan de zehmet e û wiha pê de çû: "Dema mezin dibin jî wekî jin zertê wan zehmet e. Mafek tune. Nikarin li mafên xwe bigerin. Hûn wekî jin di jiyana xwe de û di kar de bi gelek niheqiyan re rû bi rû dimînin. Ev zehmetî bûn sedem ku ez karê xwe ava bikim. Min kargeha xwe vekir û li dijî zehmetiyan tê dikoşim." Altun derbirî ku ew wekî esnafên jin bi gelek zehmetiyan re jî rû bi rû dimînin.
 
‘MIN XWEST EZ LI WELATÊ XWE BIXEBITIM’
 
Altun di sala 2013'an de vegeriya Dêrsimê û der barê vegera li koka xwe de ev tişt got: "Xizmeta ez ji bo welatê xwe didim, min kêfxweştir dike. Ev kêfxweşiya ku ez 5 sal e dijîm, min di 25 salan de nedît. Li metrepolên Tirkiyeyê tu nirxî nadin mirovan." Altun derbirî ku wê kargeha bi tena xerê xwe vekiriye û zehmetiyên li pêşberî jinê gelekî baş dizane û destnîşan kir ku keda mirovan tu carî bi pere nayê firotin. Altun herî dawî bang li jinan kir ku ji hêza xwe bawer bin û heke ew hebin kargeh hene, heke ew tune bin kargeh jî tune ne.
 
MA / Semra Turan 
 
 

Sernavên din

10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'