Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze

img

EFRÎN – Rêveber û cemata Dêra Protestan a Azîz Çobanlar a Efrînê bangî raya giştî ya cîhanê kirin û xwestin Tirkiye êrîşên xwe bisekinîne. 

Xiristîyanên li Efrînê li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dan. Xirîstiyanên li Efrînê dijîn bangî raya giştî ya cîhanê kirin û xwestin komên oldar ên radîkal êrîşên xwe yên li ser qadên wan jiyanê bisekînin. Cemat û rêveberê Dêra Azîz Çobanlar a aîdî Protestanan a Efrînê anîn ziman ku ev 6 sal e jiyanek bi hev re ya wekhev û azad dewam dike û ev jiyana wan tê bomberankirin. 
 
'DIVÊ CÎHAN JI BO EFRÎNÊ BÊDENG NEMÎNE’ 
 
Îstaz Ridwan Mihemed diyar kir ku ew kurdekî xirîstiyan e û ji gundê Çakmak ê Racoyê ye. Mihemed anî ziman ku ji ber êrîş li ser gundê wan pêk hatin koçberî navenda Efrînê kiriye û balafiran her roj gundê wan bombebaran dikin. Mihemed da zanîn ku sivîl di hedefa êrîşan de ne û got: “Dibêjin ku li dijî terorê şer dikin, lê zarok û jinan dikujin. Bila hemû cîhan dengê me bihîze. Li vir hemû netew û bawerî di bin bombebaranê de ne.” 
 
'EFRÎN A NETEW Û BAWERIYAN E’ 
 
Ji berpirsê Dêra Azîz Çobanlar a Protestan Hemudê Bereket jî destnîşan kir ku Efrîn ji netew û baweriyên cuda pêk tê û wiha axivî: “Navendên aîdî gelan ên dîrokî hene. Perestgeha li Eyn Darê û dêra xirîstiyanan a li Bardê rastî êrîşan hatin. Bila îro werin li Nexweşxaneya Avrînê binêrin, hemû zarok û jinên birîndar in. Bi birîndaran tije bûye. Ji bo xatirê mirovahiyê bila werin bibînin. Efrîn a gelan e. Em li vir in. Ev der axa me ye. Dê Îsa Mesîh Efrînê biparêz e.” 
 
'ÊRÎŞÎ DÊR Û MIZGEFTAN DIKIN’ 
 
Ji cemata Dêra Azîz Çobanlar Diyar Xwedan jî bibîr xist ku di pirtûkên pîroz de jî hatiye nivîsandin kul i tu derê cih ji şer re tune ye û ev tişt gotin: “Li Efrînê dêr, perestgeh û mizgeft tên rûxandin. Êrîşî Nebî Hurî jî dikin. Tenê ne dîroka kurdan dixwazin dîroka tevahiya civakên li vir tune bikin. Ev 6 sal e me dêra xwe vekiriye. Em bi zimanê xwe yê zikmakî bi kurdî baweriya xwe bicih tînin. Me viya bi saya pergala demokratîk ya li vir hat avakirin pêk anî. Ji ber êrîşan kesên xwestin biçin cihê bi ewle me derê dêra xwe vekir. Efrîn li benda piştigiriya gelan e.” 
 
MA / Nazim Daştan