Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş 2018-10-19 09:17:16 COLEMÊRG - Ji ber bihabûna arvan û nan, gel dîsa berê xwe da aşan. Abdullah Kaynakê ku li Çelê bi salan aşvanî kir, bilêv kir ku ji ber zeman û bihabûnê mirov dîsa berê xwe dan aşan.  Li Colemêrgê kîsê arvan bi 130 lîreyî ye û fiyetê nan jî bi lîre û nîvê ye. Piştî arvan û nan bihabûn, gel berê xwe dan aşan. Abdullah Kaynakê ku li gundê Biyadîr ê navçeya Çelê bi salan e aşvaniyê dike, anî ziman ku ev demeke aşê wî 24 saetan dixebite û dor ancax hefteyekê digihê mirovan. Kaynak, diyar kir ku mirov berê xwe dan tiştên berê û got: "Berê tenê hin gundiyan genimê xwe dihêrand. Lê piştî nan û arvan bihabûn, mirov genimê xwe tînin aş."    Kaynak ku bi aşê ji malbata wî jê re mîrat maye û sed sal temenê wî heye got: "Mirov niha ber bi 50-100 sal berê ve diçin. Ev yek ji ber şert û mercên jiyanê wisa bû. Êdî her tişt biha bûye. Mirov nikarin tiştekî bikirin. Di dest wan de çi maye? Tenê berên ku ji axê bi dest dixin maye. Loma herkes li gorî derfetên xwe berê xwe didin çandiniyê û pê debara xwe dikin."    'AŞ 24 SAETAN DIXEBITE'    Kaynak, diyar kir ku ji navenda bajêr û derdora bajêr herkes tê aş û got: "Li herêmê gelek aş hene, lê gelek jê naxebitin. Ev aşê me ê sed salî ye û dixebite. Ji Colemêrgê, herêma Lêwînê, ji gundê Aşûtê û navçeya Çelê mirov tên vî aşî. Gelê me 70-80 kîlometre rê tê. Nexwe ji mecbûrî tên. Ji xeynî Mijdar û Gulanê, saloqat dihêrim. Di vê krîza aborî de ji bo alîkariya gel bikim, aş 24 saetan dixebite. Rojê 200 kîlo genim dihêrim."    'EM BI HEV RE DIKIN'    Remziye Kaynak jî diyar kir ku ew alîkariya hevjînê xwe dike û got: "Wexta kunciyan em ji bo çêkirina tihînê dixebitin. Çimkî hêrandina kunciyan zehmet e. Niha jî em bi şev û biroj genim dihêrin û alîkariya hevjînê xwe dikim."    ‘ARVAN BIHA BÛYE, EM MECBÛR IN'    Ramazan Denîz ku genimê xwe anî aş got: "Gundên me bi bereket in. Li vira kuncî, garis, genim, ceh, birin û gelek tiştên din şîn tên. Lê niha ji ber her tişt biha bûye em nizanin em ê çawa debara xwe bikin. Li navenda Çelê fiyetê arvan 130 lîre ye. Ne meaşek me heye, ne jî rewşa me ya aborî baş e. Loma em genimê xwe tînin aş."    MA / Hamza Gunduz