Ev jî halê din ê Cizîrê ye! 2018-09-26 09:12:43 ŞIRNEX – Qeyûm wêneyên kuçeyên Cizîrê bi şev dikişîne û çapemeniya berbelav jî wan diweşîne û dibêje "Cizîr guheriye". Lê belê wêneyên biroj hatin kişandin wêneyên qeyûm ên êvarî kişandine diderewîne. Saleke her derê kuçeyan înşeat e û ji ber toz û çopê kes nikare tev bigere.  Wezareta Karên Navxweyî di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir. Her ku hilbijartina herêmî nêz dibe, ji hêla qeyûm ve êvarî tim wêneyên Cizîrê bi droneyan tên kişandin û çapemeniya berbelav jî wan wêneyan parve dike ûd ibêje "Cizîr guheriye", "Cizirî bi halê xwe yê nû balê dikişîne."    HER DER TOZ Û ÇOP IN    Qeyûm Faîk Arican, ji bo projeya xwe bi sedan dar jê kirin û li şûna wan li qeraxa Çemê Dîcleyê kamerayên ewlehiyê bi cih kirin. Lê belê qeyûm Arican îdia kir û got: "Me li her du aliyên Çemê Dîcleyê ronahî bi cih kirin û me rengeke cuda li bajêr zêde kir." Lê belê dîmenên ku biroj hatin kişandin, tam tersê dîmenên ronahiyan ên êvarî hatine kişandin. Piştî qedexeya derketina derve li her deverên bajêr noqteyên venêrînê û qereqol hatin çêkirin. Piraniya kuçeyên navçeyê înşeat e û ji toz û çopan mirov nikarin tev bigere.    Piştî qeyûm hat tayînkirin, li şûna kevirên parkeyî yên li kuçeyan asfalt hat rijandin, lê belê piraniya vê asfaltê rûxiyaye û her der bûye koncal. Nemaze jî li taxa Cûdî, Nûr û Yaafesê ji ber vê rewşê welatî xweşikî nikarin derî û paceyên xwe vekin. Her wiha li gelek deveran jî çop nayê komkirin û ji ber vê bêhneke genî ji van deran tê.