Fetisandina li çemê Dîcleyê bi xetimandina ocaxên xîzê pêkan e 2018-09-18 09:46:15   ŞIRNEX - Li Cizîrê di Çemê Dîcleyê de di 4 mehên dawî de 9 zarok fetisîn. Noqerên avê diyar kirin ku fetisandina zarokan bi xetimandina ocaxên xîzê pêkan e.    Li Navçeya Cizîrê di 4 mehan de 9 zarok di Çemê Dîcleyê de fetisîn. Herî dawî zarokê 12 salî Muhammet K. jiyana xwe ji dest da. Di salên dawî de gelek ocaxên xîzê hatin vekirin û li vir gergerînekên avê çê dibe. Ji ber gergerînekên avê kesên ku li van deran avjeniyê dikin gergerînek wan dikişîne nava xwe û difetisin. Noqerên avê ku Qeyûm dawî li karê wan anîbûn cenazeyên wan derxistin. Yekîneya noqerên avê ku ji 5 kesan pêk tê, li gel teknîk û derfetên kêm, heta niha cenazeyên kesên fetisîn derxistin. Noqer Cemal Candoruk, diyar kir ku rayedar têkildarî mijarê tu gavan navêjin û li çareseriyê nagerin û wiha got: "çareseriya vê yekê xetimandina van ocaxên xîzê ye. Divê êdî bazirganên xizê bes li vir xîzê derxin. Divê ocaxên qatil bên girtin Divê wekî alternatif hawizên mezin ên avê bên avakirin û ku zarok û ciwan li vir avjeniyê bikin."