'Cenazeyan nîşan didin lê nadin malbatan' 2018-09-18 09:11:59 MELETÎ – Di sal û nîvekê de nêzî 350 cenaze anîn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Hîn jî 30 cenaze di morgê de ne û ji van cenazeyan 8 jê nadin malbatên wan. Her wiha li goristana bêkesan jî 100 cenaze hene.  Di sal û nîveke dawî de nêzî 350 cenaze anîn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Niha li morga saziya tiba edlî 30 cenaze hene û cenazeyên ku di nav 15 rojan de neyên wergirtin li goristana bêkesan tên veşartin. Hat diyarkirin ku 8 cenazeyên zêdetirî mehekê di morga goristanê de ne xera bûne.    DI SAL Û NÎVEKÊ DE 350 CENAZE ANÎN    Tê îdiakirin ku piraniya cenazeyan ji qadên pevçûn lê hene tînin. Hat destnîşan kir ku bedena cenazeyan hatiye xerakirin û piraniya wan di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku piraniya cenazeyên li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê aîdî kesên ku di pevçûnên li herêma Dersim û Çewligê de jiyana xwe ji dest dane.    Hat derpêşkirin ku cenazeyê kesên bi balafirên şerî û Amûrên Hewayî yên Bêmirv hatine kuştin, gelek jê hatine perçekirin û lebatên hinan jê tune ye û îşkence li cenazeyan hatiye kirin.    8 CENAZE BI MEHANE TÊN RAWESTANDIN    Niha li morgên Saziya Tiba Edlî û goristana asrî li ser 30'yî cenaze hene û heta encamên DNA'yê diyar nebin cenaze radestî malbatan nayên kirin. Malbatên ji bo teşhîsê çûn saziya tiba edlî diyar kirin ku di morga saziyê de 10 cenaze hene û cenazeyên din jî li morga goristana asriyê ne. Malbatanî bilêv kir ku 8 cenazeyên di morga goristanê de ne, ji ber bi mehane tên rawestandin xera bûne.    Malbatn, diyar kir ku ji ber cenaze hatine perçekirin, teşhîskirina wan zehmet e û tenê ew ji nîşaneyên li bedena wan zarokên xwe nas dikin. Malbatan, anî ziman ku ji ber nehatiye diyarkirin cenaze ji kuderê anîne û kengî anîne, ji bo teşhîsê ji mecbûrî ew yeko yeko li cenazeyan dinerin û ev yek di warê derûnî de tesîreke zêde li wan dike.    LI GORISTANA BÊKESAN TÊN DEFINKIRIN    Hat destnîşankirin ku cenazeyên di nav 15 rojan de ji Saziya Tiba Edlî neyên girtin li goristana bêkesan tên definkirin û niha ji 100'î zêdetir cenaze li goristana bêkesan hatine veşartin. hat hînbûn ku hin malbatên ji Sûriye û Îranê cenazeyên xwe teşhîs kirine, lê belê ji ber çewisandinên li welatên wan nikarin cenazeyên xwe wergirin. Malbatên nikarin cenazeyên xwe bibin jî dora goran lê dikin.    WESAYÎTA CENAZEYAN TUNE YE   Malbatan diyar kir ku malbatên cenazeyên xwe teşhîs dikin û ji bo birina cenaze serî li şaredariyên navçe û bajêr didin, lê belê şaredarî wesayîtên cenazeyan nadin û loma ew bi derfetên xwe wesayîtan kirê dikin, lê belê polîs gefan li xwediyên van wesayîtan dixwin. Hat diyarkirin ku hin malbatên ji Îranê nikarin cenazeyên xwe li Wanê veşêrin û her wiha destûra yên ji Sûriyeyê jî nayê dayîn.    MA / Erdogan Alayumat