400 karkerên balafirgeha 3'emîn binçav kirin 2018-09-15 09:27:50   STENBOL - Cendirmeyan şev nîvê şevê bi ser şevnişînên karkerên Balafirgeha 3'emîn de girtin û 400 karker binçavkirin. Karkeran duh ji bo şertên xerab şermezar bikin çalakî pêk anîbûn. Patronên şîrketa Balafirgehê ewil daxwazên karkeran qebûl kirin û piştre red kiribûn. Piştî çalakiya duh şevê din karker hatin binçavkirin.    Karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê bi armanca şert û mercên xebatê yên li balafirgehê şermhezar bikin çalakî pêk anîn. Piştî karkeran dest ji kar berdan û çalakî pêk anîn, patron û karzatan şertên karkeran qebûl kir. Lê piştî çend kêliyan patron û karsazên şîrketan dîsa daxwazên karkeran red kir. Li ser vê yekê karkeran dîsa kom bûn û biryar dan ku çalakiya xwe îro berdewam bikin. Karkerên ku biryar dan îro dîsa çalakiya xwe berdewam bikin şev nîvê şevê hatin binçavkirin. Cendirmeyan bi maşînê zirxî û TOMA bi ser şevnişîvên karkeran de girt û deriyê kawîşên karkeran şikandin û ketin hundir. Duh piştî karkeran dawî li çalakiyên xwe anîn û çûn cihê razanê, cendirmeyan û hêzên çevîk bi maşîneyên zirxî û TOMA dora nivîngeh û şevnişînê dorpêç kirin û şev nîvê şevê bi ser wargeha karkeran de girt.    Sendîkaya ÎYÎ- SEN, şev nîvê şevê saet di 02.16’an de di hesaê Twitterê de agahî belav kir û diyar kir ku cendirmeyan bi ser kawişên karkeran de girtine û gef li karkeran xwarine ku kes telefonên xwe venekin û dernekevin derve.    400 KARKER HATIN BINÇAVKIRIN   Piştî cendirme û polîsan bi hevre şevnişînên karkeran dorpêç kir û bi ser kawîşên karkeran de girtin 400 karker binçav kirin û bi otobusên ÎETT'ê birin Fermandariya Cendirmeyan ên Arnavutkoy, Eyup û Stenbolê.    Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum, Erkan Baş, Ali Kenanoglu û Zeynel Ozen piştî bûyerê çûn şantiyê. Parlamenterê HDP'ê Erkan Baş, li pêş şandiyê daxuyanî da û got: "Di sedsala 21'emîn de balafirgeha nûjen li ser can û xwîna mirovan ava dikin. Nûnerên ku pêşengiya karkeran dikin tên binçavkirin. Dixwazin berxwedana wan bişkînin. Esker û polîsan ketine qada taybet û dagir kirine. Karkeran mexdûr dikin û mafê wan dixwin. Em Tirkiyeyek ku bûye munyetîr dibînin."    Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî diyar kir ku bê navber esker sewqî şantiyê dikin û êdî ji şantiya karkeran wêdetir bûye kişlaya leşkeran.