Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Tartuffe' dest bi serdema nû dike 2018-09-12 09:21:28 AMED - Şanoya Bajêr a Amedê ku sala çûyîn gelek lîstik pêşandin, dê bi lîstika Tartuffe'yê dest serdema nû bike. Dê serdema nû ya şanoya bajêr di 21'ê Îlonê de dest pê bike.    Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, Şanoya Bajêr a Amedê a Şaredariya Mezin hatibû girtin, lê belê lîstikvanên vê şanoyê Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin û niha dest bi amadekariyên serdema nû dikin. Şanoya Bajêr a Amedê di serdema sala par de tevî lîstikên nû "Qırıx", "Dawiya Dawî", “Wê Hesab Neyê Dayin" gelek lîstik pêşandibûn.    AMADEKARIYÊN SERDEMA NÛ    Tevî hemû zor û zehmetiyan û nebûna derfetan jî, Şanoya Bajêr a Amedê serdema xwe ya nû bi awayekî serketî derbas kir û niha jî dest bi amadekariyên serdema nû dike. Dê serdema nû bi lîstika "Tartûffe"yê dest pê bike. Dê lîstik di 21'ê Îlonê de bê pêşandan.    Lîstikvanê şanoya bajêr Ozcan Ateş, diyar kir ku sala çûyîn ji bo wan saleke serkeftî bû û temaşevanan lîstikên wan pir ecibandiye. Ateş, anî ziman ku ew bi derfetên xwe xebatên xwe dikin û got: "Xebata bêyî destek zehmet e, lê hêzeke me ya wisa heye. Her çend derfetên me ji destê me stendin û xwestin xebatên me bên astengkirin jî, lê bereksê vê me xebatên xwe xurtir kirin. Di van şert û mercan de qursên me jî didomin. Dê xwendekarên me jî tevî me di vê lsîtikê de cih bigirin. Di zor û zehmetiyan de birêvebirina vê şanoyê cihê kêfxweşiyê ye. Tu her tiştî li gor derfetên xwe dikî. Dema mirov bi destê xwe bike biqîmetir eû motîvasyonê zêdetir dike. Ev yek tesîrekê li temaşevanên me jî dike. Eleqeya wan moralê me zêdetir dike. Belê, ger derfetên me hebûna dê hejmara lîtikên me jî zêdebûna. Lê belê dema mirov bi derfetên xwe bike, ew tişt biçûk be jî qîmeta wê zêde ye."    Ateş, diyar kir ku serketina wan a sala par hêza wan zêdetir kiriye û got: "Niha provayên lîstika Tartuffeyê didomin. Plana me ew e ku em di 21'ê Îlonê de promiyera wê bikin û eger pirsgirêk rû nedin, em ê di 28'ê Îlonê de derkevin ser dikê. Her wiha amadekariyên beşa duyem a Qirixê jî didomin. Di serdema sala par de temaşevanan pir ji Qirixê hez kiribû. Dê lîstikên yekkesî yên Kemal Ûlûsoy û Elvan Koçerê jî bên lîstin. Hin lîstikên din jî hene, amadekariyên wan jî didomin. Em ê îsal jî Mîhrîcana Şanoya Amedê li dar bixin. Her wiha dê mîhrîcana lîstikên zarokan jî bê lidarxistin. Dê tûrne çêbibin. Di 13'ê Cotmehê de li Wanê û paşê jî dê li Stenbolê mîhrîcan bên lidarxistin. Em ê li Êlih, Îzmîr, Stenbolê lîstikan bilîzin. Her wiha em ê her yekşem lîstikên zarokan jî bidin pêşandan."    TARTUFFE DI 21'Ê ÎLONÊ DE YE    Derhênerê lîstika Tartuffeyê Ruknettîn Gun ku provayên listikê dişopîne û carinan pêşniyaran li lîstikvanan dike, diyar kir ku ji bo lîstik di dawiya Îlonê de bê pêşandan bênavber dixebitin. Gun, bilêv kir ku wan lîstika Jean Baptiste Poquelin li kurdî aniye û got: "Tartuffe kesekî oldar e. Her wiha kesekî durû ye jî. Xwe wek kesekî oldar nîşan dide, lê belê ne wisa ye. Malbat hay ji vê rewşê çêdibe, lê Orgin bawer nake. Mal û milkê xwe emanetî vî kesî dike. Dixwaze keça wî pê re bizewice û bibe ferdeke malbata wî. Malbat hewl dide durûtiya vî sextekarî derxîne holê. Hem malê malbatê digire hem jî bi çavekî din li jina Orgon dinere. Heta ku Orgon bi çavê xwe nabîne bawer anke. Bi kurtasî mijara lîstika me ev e. Lîstik yek perdeyî ye û 70 deqîqeyan didome. Xwendekarên me jî di nav de 9 kes di vê lsîtikê de dilîzin."    XWENDEKAR JÎ DÊ LI SER DIKÊ BIN    Mahmût Kosem ê ku di zarokatiya xwe de li Konservatuvara Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwînê dest bi şanoyê kir, dê di lîstika Tartuffeyê de bilîze. Kosem got: "Ji zûvde ye di nav şanoyê de me. Ji zûvde di ruhê min de heye. 3 sal û nîve vî karî dikim. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin demek dirêj me navber dayê. Ji bo vê derê em pir li cih geriyan. Niha hem bi xwendekariyê re hem jî bi lîstikvaniyê re bilî dibim. Em ê tim li vira bin. Li Cegerxwînê derfetên me pir bûn. Lê piştî qeyûm hat, em qet nefikirîn ku em dev ji şanoyê berdin. Jixwe huner tiştekî wisa ye, rê li ber nayê girtin. her çend rê li ber me bê girtin û derfetên me kêm bin jî, em ê tim bikin."    TARTUFFE   Derhêner: Rüknettin Gun / Sêwiran: İsmail Dag / Dekor-Kostum: Xebata Komî/ Afiş: Deniz İlgin   Lîstikvan: Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Berfin Emektar, Elvan Koçer, Dicle Guneş Yavuz, Şahperi Alphan, Ozkan Şeker, Mahmut Kosem, Sena Ozbey   MA / Dicle Muftuoglu