Bavê 2 zarokê wî xeniqîn: Rayedar me sûcdar dikin, qey sucê wan nîn e? 2018-07-31 09:17:34 STENBOL – Bendava Alîbeykoy ya li Navçeya Sûltanbeyliya Stenbolê her roj bi xeniqîna yekê din dikeve rojevê. Herî dawî du zarokên Ridvan Yanar di bendavê de xeniqîn. Yanar ji ber tetbîrên ewlehiyê nebûn rayedaran sûcdar kir. Lê rayedaran ligel ku tetbîrên ewlehiyê negirtin jî malbata Yanar bo ku xwedî li zarokê xwe derneketiye tewambar dike. Yanar dipirse û got "Gelo dereceya gunehê rayedaran ya di van bûyeran de nîn e?"    Di 2 mehên dawî de di Bendava Alîbeykoyê ya li Sultangazî ya Stenbolê de 4 kesan jiyan xwe ji dest dan. Ji ber hewa germ her roj bi mirinê re rû bi rûne. Welatiyên li herêmê dijîn jî bertek nîşan didin û dibêjin, şaredarî qet tedbîr nagire. 23’yê Hezîranê Nurullah Yanar (11), Birê wî Şefîk Yanar (8) û Mustafa Altan (11) piştî ketin bendavê xeniqîn. Piştî vê bertekên şêniyên navçeyê zêdetir bûn. Bi meşên nav kolanan bal dikşînin ser rewşê   ‘YEKÎNA TENDURISTIYÊ DERENG HAT’   Ridvan Yanarê 2 zarokên xwe di bendavê de xeniqîn bal kişand ser rewşê û wiha got: “Min çewan bihîst ku 2 kurê min di bendavê de xeniqîne çûm cihê bûyerê û bi derfetên xwe zarokan derxist û bi wesayitên xwe me bir nexweşxaneyê. Dema me li nexweşxaneyê bihîst ku kurê me jiyana xwe ji dest dan em hilweşiyan û ji ser xwe ve çûn. Di ser bûyerê de seetek derbas bû ambulans û yekîneyên rizgarkirinê hatin. Heke yekîneyên rizgarkirinê û tenduristiyê di wexta xwe de bihatane pêkanbûn zarok bi saxî bên rizgarkirin.”   'EWELEHIYA HEYÎ TÊR NAKE'   Yanar destnîşan kir ku bendav û cihê jiyana mirovan nêzî hev in û got: "Ji ber negirtina tetbîran gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Tetbîrên heyî jî pir kêm in. Şaredariyê li ber bendavê qada lîstika topê çêkiriye. Çêkirina cihê topê baş e. Lê li derdorê ji bo ewlehiyê tiştek lênekirine. Derdora cihê lîstika topê vekiriye. Kesê şidî li topêxe top diçe û dikeve bendavê. Tabela hene lê ew jî nayên xwendin. Zarokê bilîze dê tabelayê mêzeke? Em hemû zarok bûn û heyecana zarok zanin. Cihê zarok dikevin avê jî tetbîreke cidî nehatiye girtin. Zarok hê wisa dilîzin û dikevin avê.”    ‘RAYEDAR NE XWE ME SÛCDAR DIKIN’   Yanar diyar kir ku rayedarên ji Wezareta Polîtîka Civakî û Malbatiyê hatin sersaxiyê û lê rayedarên hatin sersaxiyê jî xeta di xwe de nedîtin. Yanar wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sûc kirin stûyê me malbatan. Nûnerên rayedar yên hatin sersaxiyê ji bo em xwedî li zarokên xwe derkevin man hişyar kirin." Yanar bi van gotinan bersiv da: “Îhmala me heye lê ne pêkane ku zarok di dema lîstikê de tu li malê wî zeft bikî. Ne pêkane wek girtigehê zarok di mal de bê girtin. Zarok di kolanê de bi hevalên xwe re dilîzin. Ev mafê wan e. Me xeletiya xwe fam kir. Qey xeletiya wan nîn e? Çima di şûna texliya bendavê de tetbîr girtin. Çima li cihê zarok lê dilîzin tetbîr nagrin? Gelo radeya îhmala wan çiqaye? Rêveberiya Herêmî û ÎSKÎ neçare ku ji bo jiyana welatiyan tetbîrên ewlehiyê bigirin. Kes nikare ji îhmala xwe bireve. Li vir Kurd û welatiyên Sûriyê dijîn ji tabelayên tirkî dê çiqa fêm bikin. Tabelayên heyî jî nîvê wan nayên xwendin. Kes nikare bêje ‘me tabela li wê xist û xwe ji suc xilas bike? Ev rehetiya can e û reva ji sûc e. Bila berpirs dev ji vat-vata derew berdin.”    ‘CIHÊKARIYA ÊŞÊ DIKIN’   Yanar baldikşîne ser pêşdaraza Qeymaqamê Sultangazî û rayedarên siyasî ya li dijî welatiyên li wê dijîn û wiha gotinên xwe dirêj kir: “Midûrê Pênûsa Taybet ya Qeymeqam di hevdîtina me ya li ser mijarê de got; ‘çavê min hişmendiya li wê ya siyasî diyar e.’ Êş, êş e. Reng, ziman, nijad û siyaseta wê nîn e. Piştî ku min bertek nîşan de paşve gav avit. Rêveberî û civak heke di êşê de nehevkarbin kes nikare qala helwesta siyasî ya hevgirtî ya desthilatdariyê jî bike.”   'HÊJ DÊ ÇEND CANÊ ME BIBIN FEDA?'    Yanar daxwazên xwe yên tetbîrên li ser çarme dorên Bendava Alîbeykoyê wiha rêz kir: “Divê dora bendavê bi çît û têlan bê pêçan. Peywirdarên ewlehiyê û li nêzî herêmê yekîneyên noqavê amadebin. Li welatê me tişta herî erzan canê mirov e. Dê hê çen canê me fedabe ku het ev tetbîr bên wergirtin?”   MA / Elîf Çetîner