Karkerên Superpak 37 rojin di grevê dene 2018-07-27 10:40:04 DÎLOK - Karkerên Fabrîkeya Dîlokê yên Ambalaja Superpak, karkerên fabrikeya Karman û şîrketa Îzmîrê bi hevre bi daxwaza mûçeyên wan bên zêdekirin 37 rojin di greva birçûbûnê dene. Ji karkeran Fatîh Anlar, diyar  kir ku bi greva destpêkirin re, fêrî yekîtiya bi hevre bijîn jî bûn.   250 karkerên di fabrîkeyên Îzmîr, Karaman û Dîlokê yên Ambalaja Superpak a MM a aîdê Şirketa Mayr-MelnhofPackaging a girêdayî navenda Avusturya dixebitin, ji bo mûçeyên wan bên zêdekirin, 37 rojin di çalakiya greve dene. Karkerên endamên Sendîkaya Seluloz-Îş ên li ber fabrîkeya Fîrmayê ya Dîlokê di grevê dene, heya daxwaza wan neyê qebûlkirin, dê çalakiya xwe berdewam bikin.    Karker serê sibê saet 08.00’an li ber fabrîkeya lê dixebitin kom dibin û dibin pileya 40 a rojê de heya saet 17.00’ê şevê çalakiya xwe berdewam dikin û bi biyarin mafê xwe bi dest bixin.    ‘GREVÊ YEKITÎ NÎŞANÎ ME DA’   Ji karkerên di grevê de  Fatîh Anlar ê Nûnerê Sendîkaya Seluloz-Îş ê Dîlokê, diyar kir ku berî dest bi grevê bikin hin hevalên wan gotin ‘em nikarin li ber xwe bidin, em nikarin bikin’ û wiha axivî: “Piştî me dest bi grevê kir û şûn de, em fêrî yekîtiya navxweyî bûn. Pirsgirêkên me hemûyan yekin. Hemû hevalên me pirsgirêkên xwe ji bîr kirin û beşdarî grevê bûn. “   ‘BÊMAFIYEK MEZIN HEYE’   Anlar, anî ziman ku li holê bêmafiyek mezin li wan tê kirin û wiha got: “Ji bo ku em bêdeng nemînin û rolê ‘şeytanê bê ziman’ negirin ser xwe, em dest bi grevê kir. Ev têkoşîna me dê heya ku derê here em nizanin. Dibe ku ew ji me bi hêztir bin, lê em aliyê kedê digirin û ji bo em vê nîşanî wan bidin me dest bi grevê kir. 250 karker li hemberî holdînga xwedî sermayeya bi mîlyaran dolerî serî radikin. Ji bo maf em têdikoşin. Heya ku daxwazên em yên qebûl kirin, emê dest ji çalakiya xwe  ya grevê bernedin.”   MA / Muhammed Abdulkadîr Esen