Li Du-Çemê qursên hunerî yên havînê destpê kirin 2018-07-26 09:29:15   AMED - Mala Hunerê Du-Çem ji bo muzîk û hunerê bi welatiyan bide hezkirin dest bi qursên hînkirina erbane, tembûr, gîtar, tiyatro û govenda gelerî kirin.   Mala Hunerê ya Du-Çemê ya li navçeya Sûrê ya Amedê qursên xwe yên ji bo serdema havînê didomînin. Qeydên ji bo qursên erbane, tembûr, gîtar, tiyatro û govendan di 23’yê tîrmehê de destpê kir û dê heta 3’ê Tebaxê bidome. Qurs dê 3 meh bidome. Ji bo hînbûnê polên ji 8 kesan pêk tên dê ava bikin. Perwerde dê ji aliyê 5 momasteyan ve bê dayîn. Welatiyên ku bixwazin beşdarî qursê bibin divê biçin Du-Çemê û qeydên xwe çêkin.    ‘EM MUZÎK Û HUNERÊ DIDIN HEZKIRIN’   Mamosteya Govendên Gelerî Nazê Duman destnîşan kir ku pirtir jin û ciwan eleqe nîşanî qursên wan didin û armancên xwe yên ji bo qursê wiha vegot: "Armanca me ev e ku çand û muzîkê bi gel bidin hezkirin. Li gel hunerê li vir şert û mercên dostanî û hevalbendiyê jî xurt bibin. Tengasiyên jiyanê ên di jiyana rojane de em bi huner û muzîkê  rehet dikin. Du-Çem ji bo mirov giranî û westandinê ji ser xwe biavêje şert û mercan ava dike. Ez mamosteyeke govendên gelerîme. Ji bo ku ez xizmeta çanda xwe dikim xwe hê baştir hîs dikim. Em di destpêka qursê de çanda Amedê pişt re jî çanda derdorê didin fêrkirin."