'Berdêla keda xwe em ji çêja dolmeyan distînin' 2018-07-25 09:14:08   DÎLOK– Malbata Karabaş di bin kelekela rojê de îsotên tuj bi ben ve dikin û hişk dikin. Malbatê, diyar kir ku ew zirareke mezin ji bihabûn û zama tê kirin dibînin û gotin: "Lê piştî ku em dolmê hişk kirî dixwin û çêja wan dikeve devê me, zirarê ji bîr dikin. Em keda destê xwe ji çêja dolman distîn in.”   Dolme di nava xwerekê zivistanê de xewreka sereke ye. Di havînê de gel dest bi karê hişkirina dolmeyên balîcan, kundir û îsotan dikin. Li Dîlokê jî di kolanan de şaneşîn û cihên guncan ê avahiyan bi dêliyên dolmeyan rengo rengone. Hişkirin û çêkirina dolmeyên hişk wek dezgeya nanê jinan e. Bi her dêliyê ve 50 îsotheye. Sebze di navbera 10 û 15 rojan de hişk dibin û tên hildan.    SEBZE BIHA BÛ, QEZENCÊ KÊM KIR   Fîlîz Karabaş ligel hevjînê xwe û zarokê xwe karê hişkirinê dikin. Malbata Karabaş 19 sale kedkarê karê hişkirinê ne. Karabaş destnîşan dike ku ew bi karê çêkirin û hişkirinê re hevjînê wê jî bi firotinê re mijûl e û Karabaş wiha got: “Bo ku em karibin pere qezenc bikin divê em rojên germ baş bikar bînin. Îsal îsot bihaye û em ji ber vê pir dixesirin. Ne tenê îsot, benê ku em îsotan pêve dikin jî biha bû. Sebze biha bû û kara me jî kêm bû.”   ‘KELA ROJÊ Û TUJIYA ÎSOTÊ’   Selçuk Karabaş vedibêje ku ne hêsane mirov di binê kelekela rojê û tujiya îsotê de bixebite. Lê bilî xebatê tu siûdeke me nîne û em neçarin bixebitin. Em 19 sal e bi vê xebatê re mijul in û Karabaş wiha pêde çû: ““Îro 20 ta bene îsotan bûye 4 TL. Karê me ewe ku em girêdin û ji bo hişk bibin rewşa wan bişopînin. Di her taya ben de 45-50 îsot heye. Îsot li gor cureyên xwe di navbera 10 û 15 rojan de hişk dibin. Rojê bi kêmanî em 12 seet li ser piyê xwe dimînin. Di hêlek de kelekela rojê û di hêla din de tujiya îsotê canê me dişewitîne. Lê em hînê her du êşan jî bûn.”   ‘ÇÊJA DOLMEYAN ÊŞÊ DIDE JIBÎRKIRIN’   Gîzem Karabaş a 16 salî ya keça malê diyar kir ku ew ji zayîna xwe ve ji ber malbatê di nava karê hişkirinê de mezin bûm. Baş-xirab, tujiya îsotê û kelekela rojê, çi dibe bila bibe em neçarin ku bixebitin. Gîzema Keça malê xwebatên xwe û zor û zehmetîyên heyî wiha anî ziman: “Neçariya kar nahêle em hesabê zor û zehmetiyan bikin. Aliyê herî zehmet ê vî karî germa rojêye. Em hînê tujiya îsotê bûne. Êdî seh nakim. Em bi karê xwe yê hişkirina dolmeyan serbilindin. Havînê hişk dikin zehmetî dikşînin. Zivistanê jî dixwî û dema çêja dolmeyan hildidî hemû êş û azarê me kişand ji me dide jibîrkirin. Berdêla keda me çîja dolmeyê ye.”