Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin 2018-07-18 09:37:46 DÎLOK - Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin. Bazarvanan, diyar kirin ku li gorî salên derbasbûyî bûhayê hemû tiştan 3 qat giran bûne.   Bazara semtê ku weke eynika rehetbûn aboriya civakê tê dîtin, bûya zebze û fêkiyan berîkan dişewîtine. Ji ber ku fiyetê zebze û fêkiyan pir giran bûye, welatî xwe nêzî tezgehan nakin. Dikandar jî berhemên serê sibê tînin bazarê, ji ber ku nikarin bifiroşin, bi şev kom dikin û davêjin zibalê.    ‘FIYET LI ÇÛYÎ SALÊN BÛRÎ 3 QAT ZÊDE BÛNE’   Muslum Ayhan ê 10 salin bazarvaniyê dike, diyar kir ku mirov tên bazarê, lê kirinê nakin û wiha axivî: “Fiyetê zebze û fêkiyan li gorî salên burî, 3 qat zede bûne. Fiyetê firîngiyan sala burî 75 qûriş bû, lê niha 2.5 liraye. Em li gorî berîka gel, berhemên qalîte yên 2’yemîn û 3’yemîn tînin bazarê. Rojê nêzî 18 saeta em li ser piyan kar dikin. Lê pereyê bi şev dikeve destê me, heqê vê keda me dane.  Karê me li gorî salên çûyîn pir xirab bûye. Berî 2 salan min rojê 300 lîra qezenc dikir, lê niha tenê 100 lîra qezenc dikilm. Em debara xwe bi zorê dikin.”   ‘GEL LI ŞÛNA 2 KÎLOYAN, NÎV KÎLO DIKIRIN'   Dikandar, Yasîn Akdemîr ê 20 salin bazarvaniyê dike jî, bal kişand ser fiyetên hilberînin û wiha got: “Her ku diçe enflasyonên zêdetir dibe. Gel êdî li şûna 2 kîloyan, nîv kîlo dikire. Heyfa me û welatiyane. Li şûna ku em 200 kîloyan bifiroşin, em 50 kîloyan bi zorê difiroşin. Gava em lêçûnan derdixin, tiştek ji me namîne. Me got dibe ku piştî cejna Remezanê rewş biguhere, lê ne guherî. Me got dibe ku piştî hilbijartinê derbas bibe, lê piştî hilbijartinê jî tu tişt neguherî. Niha jî Cejna Qurbanê nêz dibe. Lê êdî em nikarin bêjin dê piştî Cejna Qurban rewş sererast bibe. Baweriya me tuneye ku biguhere.”   ‘GAVA BI ŞEV FIYET ERZAN DIBIN EM HINEKÊ KAR DIKIN’   Dikandarê bazarê Mervan Çaliş jî, diyar kir ku qada bazarê pir zore û wiha bilêv kir: “Li gorî salên bûrî rewşa me pir nebaşe. Serê sibê em tên bazarê. Bi şev jî em vale diçin malê. Gava bi şev fiyet erzan dibin, em hinekê kar dikin. Gel serê sibê kirînê nake. Ji ber ku bi mirovan re pere tuneye.”