Bertek nîşanî lêpirsîna lezgîn da: Wekîltiya gel viya dide ferzkirin 2018-07-17 12:55:33   AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari bertek nîşanî lêpirsîna li wan hat vekirin da û got: “Em ê êş û dilxweşiya gelê xwe parve bikin. Wekîltiya gel viya dide ferzkirin.”    Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari yên tev li merasîmê endamê HPG’ê Mehmet Yakişir ê li Gîresûnê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, bûbûn bi bayê bezê lêpirsîn da destpêkirin. Parlamenter Farisogullari bertek nîşanî lêpirsîn û nûçeyên medya hawizê ku wan kiriye hedef da.    ‘EM NEÇARIN LI CEM GELÊ XWE BIN’    Farisogullari diyar kir ku ew bi dengên gel bûne parlamenter û got: “Ji bo em derd û êşa gelê xwe parve bikin berpirsyariyek me heye. Bêyî em nasnameya kesan bibipirsin, li vî bajarî em neçarin li êşa gelê xwe bipirsin û parve bikin. Em wek wekîlên gel tev li merasîmê bûn û me êşa malbatê parve kir. Wekîltiya gel ne ew e ku mirov li qesr û li ser qoltixên çerm rûnê. Em neçarin li cem gelê xwe di sefê de bin.”    ‘NE WÎCDANÎ Û EHLAQÎ YE’    Farisogullari anî ziman ku ew ê nasnameya cenaze nedarizîne û wiha dewam kir: “Ev lêpirsîna dane destpêkirin ne karê aqil e. Helwestek ehlaqî û wîjdanî nîne. Em ê êş jî û dilxweşiya gelê xwe jî parve bikin. Em ê li cem gelê xwe bin Wekîltiya gel viya dide ferzkirin.”    ‘EZ ÊŞA GELÊ XWE PARVE NEKIM…’    Farisogullari bertek nîşanî nûçeyên medya hawiz ku wan kirine hedef jî da û wiha got: “Nêrîna xwe ya hember nirxên ehlaqî, mirovî û dinyayî danîn holê. Di van nûçeyan de etîkbûn heye gelo? Ev berpirsyariya me ya bingehîn e. Heke ez êşa gelê xwe parve nekim, ez ê çawa bibin wekîlê gel?”