Cenazeyê Yusuf li Qûbînê hat definkirin 2018-07-12 16:35:51   AMED - Cenazeyê zarokê 14 salî Yusuf Yilmaz ê di 1’ê tîrmehê de li gundê Malabadê winda bû û li ber deriyê sîfonê ya kanala avê ya DSÎ duh hat dîtin, li Qûbîna Êlihê hat definkirin.   Li Taxa Malabadê ya navçeya Farqîna Amedê, Yusuf Yilmaz ê 14 salî yê di 1’ê tîrmehê de ku serê sibehê saet li dora 05.00'an ji bo çêrandina heywanên xwe ji mal derket û winda bû, cenazeyê wî duh li ber deriyê sîfonê ya kanala avê ya  DSÎ hat dîtin. Cenazeyê Yusuf îro li navçeya Qûbîna Êlihê hat definkirin. Cenazeyê Yilmaz ê ji bo otopsiyê rakirin Morga Desteya Tipa Edlî ya Amedê, piştî kar û barên otopsiyê teslîmî malbatê hat kirin.    Malbata Yilmaz, cenazeyê kurê xwe li goristana li bajaroka Awîskê ya navçeya Qûbînê ya Êlihê bi zêmaran sipartin axê.