Qeyûm qamirgeh kir plaj: Bi awayekî topyekûn êrîşî ekolojiyê dikin 2018-07-12 09:08:29 WAN - Qeyûm 3 donim qemirgehên li qeraxa Gola Wanê tune kir û şûna wan kir plaj. Ekolojîst Serdar Çevîk, got li herêmê qeyûm bi awayekî topyekûn êrîşî ekolojiyê dikin û vê yekê wekî rantê dibînin.  Qeyûmê Şaredariya Artemêtanê Atif Çeîçeklî, 3 donim qamirgehmb li qeraxa Gola Wanê tune kir û şûna wan veguherand plajê. Her wiha li gel vê gelek dar jî hatin jêkirin. Li van qamirgehan çûk û kêzik hebûn. Ekolojîst Serdar Çevîk, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku hewzeya Gola Wanê gelekî fireh e û got: "Dikaribûn li cihekî din plajê çêbikin û dê giyanewerek jî zirar nedîtana."    'EKOLOJIYÊ WEKÎ RANTÊ DIBÎNIN'    Çevîk, bi bîr xist ku ji sal û nîvekê zêdetir e ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatine kirin û got: "Qeyûm bi awayekî topyekûn ekolojiyê hedef digirin û dest davên kur li wir kavilbûyîn û talan rû dide. Şaredariya Rêya Armûşê li Bostanîçiyê 4 hezar dar danîbûn. Lê belê qeyûm ev dar av nedan û hişk bûn. Her wiha qeyûmê Şaredariya Mezin a Wanê jî Kompanyaya Çandiniyê ya Organîzeyî ay Wanê pêşkeşî sermayeyê kir û li vir 7 hezar darên fkiyan hatin jêkirin. Li herêmê qeyûm êrîşî ekolojiyê dike û wê wekî rantê dibîne."    'DEV JI TEXRÎBATKIRINA EKOLOJIYÊ BERDIN'    Çevîk, plaja ku qeyûmê Artemêtanê çend roj berê çêkir jî bi bîr xist û got: "Li cihê ku plaj lê hatiye çêkirin 3 donim qamirgeh hatin tunekirin. Li vê qadê gelek çûk û kêzik hebûn. Çûk kêzikên li vira dixwarin û jiyana xwe îdame dikirin. Lê qeyûm ev qad xera kir. Halbûkî ji bo plajê qadên alternatîf hene. Nemaze qada qamirgehî hedef hatiye girtin û ji bo zirarê bidin eklojiyê çi ji destê wan tê dikin. Divê êdî qeyûm dev ji texrîbatkirina ekolojiyê berdin. Li bajêr her roj ekolojiyê texrîb dikin. Ev yek nayê qebûlkirin."    Qeyûm Çîçeklî salan din jî li Artemêtanê li ser gora ermenan plaj çêkiribû.    MA / Mahmut Ruvanas