Jinên çûn zozanan: Em 2 mehan ji bo banedar, mehekê jî ji bo xwe dixebitin 2018-07-12 09:06:32   ERDEXAN - Jinên erdexanî ku di havînê de dewarên xwe dibin zozanan, behsa zor û zehmetiyên jiyana li zozanan kirin. Jinan bilêv kir ku pere zivistanê deyn dikin û beramberiya vî pereyî 2 mehan ji bo banedaran, mehkê ji bo pêdiviyên malê, hilberandina penêr û rûn dixebitin.    Bi hatina havînê re erdexanî heywanên xwe dibin zozanan. Şêniyên gundê Panikê yê girêdayî nehiyeya Xoçvanê, li zozanan avahiyeke yekodeyî ji bo xwe û ji bo heywanên xwe jî axurekî çêdikin. Her wiha ligel 4 hezar dewarî, şêniyên herêmê debara xwe bi xweyîkirina qazan jî dikin. Jinan bilêv kir ku zozan ji gund xweşir in, lê belê ji bo pereyê ku zivistanê deyn dikin, 2 mehan ji bo banedaran, mehkê ji bo pêdiviyên malê, hilberandina penêr û rûn dixebitin.    ‘ZOZAN JI GUND XWEŞTIR IN'    Ayten Yildiz ku li zozana ye, da zanîn ku ew 3 mehan li zozanan dimînin û di meha dawî de jî ew penêr, rûn û toraqê çêdikin. Yildiz, anî ziman ku ew rojê 13 çêlekan didoşe. Yildiz bilêv kir ku zozan ji gund xweştir in û got: "Ji bo me jinan zozan ji gundan rihetir in. Em serê sibehê û êvarî şîr didoşin û piştî vê em tên cem hev û sohbet dikin. Zozan ji gund xweştir in. Em jin bi berên ku em li zozanan hildiberînin û jê qezenc dikin didin ser hev û zivistanê pê debara xwe dikin."    LI ZOZANAN QAZAN JÎ XWEDÎ DIKIN    Sûna Yildiz jî, 30 qaz bi xwe re anîne zozanan û wan xwedî dike. Yildiz got: "Em bi qaz û mirîşkan re eleqedar dibin. Em serê sibehê êm didin qazan, paşê em wan bera mêrgê didin. Berêvarî qaz bi xwe tên an jî em diçin wan tînin. Xweyîkirina qaz û mirîşkan ne zehmet e." Yildiz, bilêv kir ku şîrê ku li marketan lîtreya wî bi 4 lîreyî ye ew bi lîre û 20 qurîşî didin. Her wiha Yildiz bilêv kir ku dema şilî be jiyana li zozanan zehmet e û got: "Li zozanan ên zehmetê dikişînin jin in. Niha mêr li gund in û betal in. Dema çandiniyê jî mêr zehmetiyê dikişînin. Ji bo jinan jiyana li zozanan li gor a gund xweştir e. Li gund karê malê, karê baxçeyan, karê heywana heye, em dibetilin."    'ŞÎR DIFIROŞIM PÊ DEYNÊ XWE DIDIM'    Leyla Demîr jî, anî ziman ku meheh e li zozana ye û ji bo ew heywanên xwe xweyî bikin hatine zozanan. Demîr got: "Em bi deyn pereyan ji banedaran distînin û 2 mehan ji bo wan dixebitin û şîr didin wan. Dema deyn diqede em ji bo zivistanê amadekariyên xwe dikin. Em penêr û rûn çêdikin. Li gor serê heywanê em zivistanê pere big iştî ji banedaran distînin. Hin mal 30 hezar lîre, hin jê 10 hezar, hin jê 40 hezar lîre distînin. Vê zivistanê min 5 hezar lîre stend, lê hîn min nedaye. Çimkî lîtreya şîr daketiye 95 qurîşan. Yanî em niakrin deynê xwe bidin." Demîr, da zanîn ku dema ew ewil çûn zozanan wan ji 15 çêlekan 100 lître şîr dotiye, lê niha piştî kêmbûna baranê ev yek daketiye 60 lîtreyî.    MA / Mujdat Can