Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Taşdemîr: Serdema têkoşînê ye 2018-07-11 11:30:21   ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku wan ji bo serdema nû seferberiya rêxistinê dane destpêkirin û got: “Ji bo me serdema nû serdema têkoşînê ye.”    Meclîsa Jinan a Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) di 9’ê tîrmehê de civîna xwe li dar xist û piştî hilbijartinê nirxandinên pêvajoya nû û plansaziya wê kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî plansaziya nû ji ajansa me Mezopotamya re axivî.    Taşdemîr diyar kir ku jin di hilbijartinan de rolek girîng lîstine û got: “Keda jinê ya hepvar carek din derket holê. Rêxistina me ya jinan a ku li kolanan û li her deverî xwe dide nîşandan carek din xwe da xuyakirin. Me di civînê de jî nîqaşa li ser pergala faşîst a ku pê re rû bi rû mane nirxand. Ev sê sal e dixwazin siyasetê bê jinan birêve bibin û ev didome. Vê polîtîkayê gelek parlametnerên jin û aktîvîstan girt û saziyên wan girt. Astengiyên pir mezin li pêşiya rêxistinkirina jinan hebûn û ev astengî didomin.”    'EM Ê HIN RADÎKAL BIN’    Taşdemîr anî ziman ku ji bo serdema nû xeta têkoşîndayînê û plansaziya xwe jî saz kirin e û wiha dewam kir: “Li dijî vê desthilatdariya li ser jinê her tiştî ferz dike û rewa dibîne berpirsyariya me mezin e. Ji ber vê pergala faşîst dê têkoşîna me hin bêtir radîkal dewam bike. Me ji hemû partiyan zêdetir di Meclîsê de cih da jinan, lê ev têrê nake. Em rexnedayîna vê didin jinan.”    'ME SEFERBERIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ DA DESTPÊKIRIN’    Taşdemîr destnîşan kir ku li dijî pergala “tekzilamî” ku destpê kir dê rêxistinbûna xwe mezintir bikin û got: “Wê pêvajoya pêşiya me bi vê pergala nû re hin bêtir tişt biqewimin. Me jî li dijî van pêkanînên nû yên serdema nû seferberiya rêxistinbûyînê da destpêkirin.”    ‘EM Ê KOMA JINAN ÊN XWESER AVA BIKIN’    Taşdemîr da zanîn ku ew wek Meclîsa Jinan a HDP’ê dê komên xweser yên jinan ava bikin û dê 3 mehê pêşiya wan dê ji bo wan bibe pêvajoya pêngava rêxistinbûnê û dê plansaziyên xwe siberojê ji raya giştî re aşkere bikin.    ‘TECRÎD ŞER KÛR DIKE’    Taşdemîr bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Yek ji plansaziya jinan ew e ku li dijî tecrîda ser birêz Ocalan xeta têkoşînê bihûnin. Polîtîkaya çewt a li ser jinan tê birêvebirin ji polîtîkaya tecrîdê ne cudatir e. Pêkanîna tecrîdê kûrkirina şer e. Kurkirina şer jî tê wateya rêxistinkirina zilaman.”    'SERDEMA TÊKOŞÎNDAYÎNÊ YE’    Taşdemîr da zanîn ku ew ê li her deverê têkoşîna belav bikin û got: “Em ê wej jinên HDP’yî li dijî tarîtiyê li qadan bin. Li dijî hemû tasfekirin û pêkanînên li ser jinan em ê ji nû ve aj bidin û piştevaniya jinan xurt bikin. Ji bo me vê serdema pêşiya me serdema têkoşîndayînê ye.”    MA / Bêrîvan Altan