Parlamentera HDP'ê Başaran: Divê civak ji bo Arin û zarokên din hestiyar bin 2018-07-11 09:19:41   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran, bal kişand ser rewşa Arîn a 1 salî ku li gel dayika xwe girtî ye û tevî nexweşiya astimê nayê berdan û wiha got: "Ev hiqûqa dijminantiyê ye. Divê civak ji bo Arîn û hemû zarokan hestiyar tev bigerin.    Li Girtîgeha Tîpa T/2 a Rihayê Zaroka 1 salî Arîn li gel dayika xwe Esma Yilmaz girtî ye û nayê berdan. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya 2017'an li Tirkiye di navbera temenê 0-6 salî de 560 zarok tevî dayikên xwe girtî ne. Li girtîgehan 171 dayik girtiyên ku doza wan didomin, 345 dayik jî ceza xwarine bi tevahî 516 dayik tevî zarokên xwe girtî ne. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser rewşa Arîn û zarokên din ên girtî û bang li civakê kir ku her kes hestiyar tev bigerin.    ÎKTÎDARÊ GIRTÎGEH KIRINE QADA BIŞAFTINÊ   Başaran, anî ziman ku îktîdarê girtîgeh kirine qada bişaftina eniya muxalif û wiha got: "Arîn a 1 salî tevî nexweşiya Astimê li gel dayika xwe girtî ye û dayika wê nayê berdan. Me berê li gel hevala xwe Sibel Yigitalp ku di Komisyona Girtîgehan de cih digirt bi dehan caran pêşniyarname da meclîsê. Me bi wezaretê re hevdîtin kirin. Rewşa Arîn bêtir hesas e.   ARÎN TERKÎ MIRINÊ KIRINE    Bajaran, da zanîn ku demek e bi rewşa Arînê re eleqeder dibin û wiha berdewam kir: "Arîn hêj 6 mehî bû hat girtin. Niha yek salî ye û astima wê zêde bûye. Nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. Şertên ku ji bo tenduristiya mezinan talûke be, ji bo zarokan rîska mirinê ye. Ji ber ku li girtîgehan bijîşk tune ye. Dema germa laşê zarokan zêde bibe, rakirina zarokan a nexweşxaneyê zahmet e. Sersariya bi vî rengî ya li hemberî zarokan hiqûqa dijminantiyê ye."    RÊBERÊ ÇETEYAN HEFTEYEKÎ DESTÛR DIGIRE LÊ ZAROKÊN NEXWEŞ GIRTÎ NE    Ayşe Acar Bajaran herî dawî bal kişand ser Alaattin Çakici ku her roj hevdîtinan dike û dikare hefteyekê destûr bistîne û wiha got: "Em dizanin Rêberên Çeteyan bi hinceta nexweşiyan hefteyekê destûr distîne û her roj hevdîtinan dikin. Lê li aliyê din dayika Arîn nayê berdan. Ev hiqûqa mêtîngerî û dagirkeriyê ye. Di salên 1980'an de jî hiqûqek wisa tune bû. Di rewşê wisa de dikarin 6 meh 6 meh înfazê taloq bikin. Em bang li hemû cemaweriyê dikin ku li hemberî rewşa Arîn û zarokên din ên tevî dayika xwe girtî hestiyar tev bigerin. Em ji civakê dixwasin ku hestiyar tev bigerin û seferberiyê îlan bikin.