Ji ber zozan qedexe ne, hepsî nav bajêr bûne 2018-07-11 09:16:02   COLEMÊRG - Welatiyên ku di çend salên dawî de ji ber qedexeyan û oeprasyonan nikarin biçin zozanan, hema bêje hepsî nav bajêr bûne. Colemêrgiyan bilêv kir ku wan bêriya ava sar û hênkayiya zozanan kiriye û dema ew diçin zozanan ew bêtir xwe azad hîs dikin.    Ji ber qedexekirina çûyîna zozanan û operasyonên tên kirin, hema bêje li Colemêrgê welatî hepsî anvenda bajêr bûne. Colemêrgiyan got: "Berê pêdiviya bajêr a di warê sewalvaniyê de me pêk dianî, lê niha em muhtacî têfikek mast in."    ‘26 SAL IN NIKARIM BIÇIM ZOZANAN'    Besê Kûtlûk ku bi salan li zozanan heywanên xwe xweyî dikir, lê belê niha li bajêr dişî anî ziman ku wê û hevjînê wê bi salan heywan xweyî kirien û niha ji neçarî li navenda bajêr dijîn. Kûtlûk, anî ziman ku di salên 90'î de ji ber operasyonan hatine li anvenda bajêr bi cih ûne û got: "26 sal in nikarim biçim zozanan. Çimkî êdî pezên em tune ye. Ji ber mirina hevjînê min û qedexekirina zizanan êdî em nikarin biçin zozanan. Min bi salan bêrîvantiya 400 pezî kir. hevjînê min şivan bû. Lê mixabin niha em li bajêr nikarin tu tiştî jî bikin."    Leyla Yîgît jî got: "Eger em biakribûnan biçûnan zozanan niha em ne di bin nêrdewanan, li qeraxa ava hênik bûn. Berê me bi xwedîkirina heywanan, dirûtina giya debara xwe dikir. Lê niha di vê qeleqela havînê de em li malê rûniştîne. An em li malê goreyekê didirûna n tiştekî din. Niha eger zozan ne qedexekirîbûnan, em ne li bin nrêdewanan li zozanan li ser çîmenan rûniştana, bêrîvantî bikirana û li qeraxa ava hênik bûna. Me li zozanan di bin wan konan de nizanibû nexweşîn çî ye. Lê niha em hemû nexweş in."    ME MUHTACÎ TÊFIKEK MAST KIRIN   Esmer Karagoz jî anî ziman ku hevjînê wê bi salan şivantî kiriye, lê niha li bajêr muhtacî têfikek mast in. Rojbîn Karagoz jî, bilêv kir ku dê û bavên wê bi salan bi sewalvaniyê ew mezin kiriye, lê belê niha hepsî malê bûne. Karagoz, destnîşan kir ku jiyana li navenda bajêr ne tu jiyan e, lê belê berê pezên wan hebû û dema li zozanan bûn wan xwe azad hîs dikin.    'BÊHNÊ NASTÎNIM'   Viyan Karagoz jî got: "Xwezî zozanan nehatana qedexekirin. Çimkî me bi wan debara xwe dikir. Min dixwest li zozana bûma. Li bajêr xwe baş hîs nakim. Wekî ku her roj bifetisim, bêhnê nastînim."    Dirbaz Karagoz jî, destnîşan kir ku wî tam 30 salan şivantî kiriye û her sal 6 mehên salê li çiyê bûye û siheta wî pir baş bûye. Karagoz, bilêv kir ku lê belê di çend salên dawî de ji ber qedexeyan ew li mal e û ji ber vê niha pişika wî nerihet e. Karagoz got: "Em rê min bi şivantiyê derbas bû. Dema em zaro bûn dê û bavên me mirin. Di dest min û xwişk û birayên min de tiştek tune bû. Min jî bi salan şivantî kir û li xwişk û birayê xwe nerî. Salê herî kêm 6 mehan li çiyê bûm min şivantî dikir. Li herêma me li her zozanê herî kêm 4-5 hezar heywan hebûn. Berê em azad bûn û me kuderê bixwesta em diçûn wir. Lê niah em mehkûmî nav bajêr bûne. Şert û mercên me qet nebaş in. Kîloya pîvazan bûye 6 lîre. Jixwe em nikarin zebze jî bikirin. Di dest me de tiştek nema. Ne meaşê me heye ne dahateke me. Ev yek jî etsîrê li tenduristiya min dike û nexweş ketim. Eger em niha li zozanan bûna me yê ava cemidî, dewê cemidî vexwarana û em ê bi rihetî bigeriyana. Li wir qet tiştek tune bûna jî me giyayên li çiyayan dixwar, lê dîsa jî jiyan xweş bû."    'DIXWAZIM BIÇIM ZOZANAN'    Zarokê bi navê Dilbirîn Atan jî anî ziman ku hewa pir germ e û got: "Bajêr pir germ e. Ji ber qedexekirî ne em nikarin biçin zozanan. Herkes behsa çîrokên li zozanan dike, lê hîn jî min nedîtine. Ez jî dixwazim biçim wan zozanan. Heqê me ye ku em jî li zozanan bigerin, kêfê bikin û bilîzin."    MA / Hamza Gunduz