10 meh in di dosyeya texsîvan Ceyhan de tu qewimîn rû nedane 2018-07-11 09:15:12   WAN - 10 meh berê li Erdîşê texsîvan Zafer Ceylan hatibû kuştin. Heta niha di lêpirsîna derbarê mirina Ceylan de tu qewimîn rû nedane. Birayê Ceyhan Nûrî Ceyhan got: "Em naxwazin sûcdar winda bibin."    Di 28'ê Îlona 2017'an de li Taxa Sûlû ya Erdîşa Wanê texsiya ku Zafer Ceyhan (45) dajot hat gulebarankirin û di gulebaranê de Ceyhan mir. Di ser mirina Ceyhan re 10 meh derbas bûne lê belê hîn jî di lêpirsîna derbarê mirina wî de tu qewimîn rû nedane. Malbatê diyar kir ku ji ber derbarê dosyeyê de biryara nepenîbûnê heye, di dosyeyê de tu qewimîn rû  nadin û bertek nîşanî vê rewşê dan.    Piştî bûyerê malbatê giliyê hemû peywirdaran kir û ji bo biryara nepenîbûnê ya derbarê dosyeyê de bê rakirin serî li dozgeriyê dabûn. Lê belê dozgeriyê serlêdan red kiribû. Birayê texsîvan Ceyhan Nûrî Ceyhan, anî ziman ku tê xwestin ku doza birayê wî jî wekî dodzên dên bê nixumandin û jibîrkirin.    10 MEH DI SER RE DERBAS BÛN LÊ HÎN JÎ ÎDIANAME NEHATIYE AMADEKIRIN   Ceyhan destnîşan kir ku belaheq birayê wî ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin û salek di ser kuştina birayê wî re derbas bûye, lê hîn jî îdianame nehatiye amadekirin. Ceyhan, anî ziman ku eşyayaên birayên wî jî nedane wan û got: "Telefona wî, kincên li ser wî nedan me. Tenê pereyên wî ku xwîn li ser wan hebûn dan me."    'BILA SÛCDAR BÊN DÎTIN'    Ceyhan xwest derbarê dozê de bên agahdarkirin û got: "Bila doz zû dest pê bike. Ji ber biryara nepenîbûnê tiştekî ji parêzer re nabêjin. Îdianame jî nehatiye amadekirin û tim taloq dikin. Daxwaza me ew e ku rojek berî rojekê sûcdar bên dîtin. Dewlet jî û esnaf jî vê yekê dizanin."    Ceyhanî bilêv kir ku malbat hem di warê aborî hem jî di warê derûnî de perîşan bûye û divê dozên ji ber mirinên sivîl hatine kirin dêv zû bên destpêkirin. Ceyhan got: "Em dixwazin ev doz jî zû bê destpêkirin û bi encam bibe. Em naxwazin sûcdar winda bibin û divê bên dîtin."    MA / Mujdat Can