‘Bûyerên îstismarkirinê li welatên darvekirin lê hene zêdetir e' 2018-07-11 09:13:51   WAN - Seroka YAKA-KOOP'ê Gulmay Gumuşhan, anî ziman ku bûyerên îstismarkirina zayendî ya li hemberî zarokan li welatên ku darvekirin lê hene bêtir rû didin û got: "Beriya nîqaşkirinên derbarê darvekirinê de, divê dadgeh pêşî daxistina ceza ya rewşa çê ya ji bo kiryarên îstismarê dikin rakin."    Piştî ku îstismarkirina zarokan û kuştina wan bû rojev, nîqaşên derbarê darvekirin û xesandina kîmyewî dîsa dest pê kirin. Gelek sazî û dezgehên jinan û saziyên civaka sivîl diyar dikin ku dê darvekirin pirsgirêkê çareser neke. Seroka Kooperat,fa Jiyan Jin Hawirdor û Çandê (YAKA-KOOP) a li Wanê Gulmay Gumuşhan jî ev mijar nirxand û destnîşan kir ku divê beriya nîqaşkirinên derbarê darvekirinê de, divê dadgeh pêşî daxistina ceza ya rewşa çê ya ji bo kiryarên îstismarê dikin rakin.Gumuşhan got: "Kes sûcekî dike, qerewatê dixe stuyê xwe tê dadgehê. Li dadgehê dadwer ji bo wî kesî dibêje 'efendî ye û xweş axivî" û cezayê wî dadixîne. Beriya darvekirinê divê ev pergal bê sererastkirin."    'ÎSTISMARKIRIN TIM HEYE'    Gumuşhan, anî ziman ku bûyerên îstismarkirinê û kuştin tim hene û got: "Wekî ku tiştekî nû be herkes dengê xwe bilind dike. Bi salan e em li vê qadê têdikoşin. Kuştina zarokan, şideta li hemberî jinê û bûyerên îstismarkirina zarokan tim hebûn. Lê belê, piştî li ser hev çend kes hatin kuştin û di çapemeniyê de bi awayekî zêde hatin nîaşndan, hin mirovan got qey tiştên wisa jî hene. Lê em rasterast şopdarê vê mijarê ne. Bi salan e em bûyerên îstismarkirinê dişopînin."    'ÎSTISMAR LI WELATÊN KU DARVEKIRINÊ LÊ HENE ZÊDETIR E'    Gumuşhan bal kişand ser nîqaşên derbarê darvekirin û xesandina kîmyewî ku AKP-MHP ev yek xistin rojevê û got: "Pirsgirêk bi darvekirinê çareser nabe. Li gelek welatên Rojhilata Navîn darvekirin heye. Lê dîsa jî herî zêde li van welatan îstismarkirina zayendî heye. Yanîq ethiyen bi darvekirinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Me dozek dişopand, kesek tecawuzî keça 7 salî ya cînara xwe kiriye û 38 sal ceza lê hatiye birîn. Lê ev ceza ne cezayekî etqezbûyî ye. Sibê dusibe de dê bi reşwên çê ên wekî 'xweş axivî, qereqat xistiyê' cezayê vî kesî jî daxin 10 salan û dê derkeve û zirarê bide zarokekî/e din jî. Di sûcên wisa de dayîna cezayekî heta hetayê girîng e. Lê cezayên wisa pêxemker bên dayîn dê pirsgirêk çareser nebin."    'DIVÊ DI WARÊ ZAYNDÎBÛNIYÊ DE PERWERDEHÎ BÊ DAYÎN'    Gumuşhan, anî ziman zarokên temenê wan di navbera 13-20 salan de tim serî li wan didin û derbarê van serlêdanan de got: "Ev ciwan di warê zayendîbûyînê de tiştekî nizanin. Di mêjiyê wan de zayendîbûn wekî tabûyekê ye û ji ber çewisandinên civakê vê yekê bi kesî re jî parve nakin. Kesên van sûcan dikin, bêyî ku hay ji çibûna zayendîbûnê hebin pêşî heywanan îstismar dikin, paşê zarok û jinan. Yanî divê li dibistanan derbarê zayendîbûnê de perwerdehî bê dayîn. Bi pêşengiya Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) divê Midûriyetên Perwerdehiya Netewî li dibistanan dersên zaynendîbûyînê bidin. Li dibistanan mamosteyên rehberê dikarin van dersan bidin. Bi vî awayî ancax ev pirsgirêk çareser bibin. Darvekirin û xesandin bi tu awayî ne çareserî ne."    ‘EM BÛYERÊN ÎSTISMARÊ ÎXBAR BIKIN'    Gumuşhan, destnîşan kir ku divê beriya darvekirinê qanûnên heyî bên sererastkirin û got: "Beêyî canê hin zarokên din jî tehl bibin, divê demildest qanûnên heyî bên sererastkirin. Divê em êdî ji van bûyeran re bêjin 'Êdî bes e'. Dema em li derdora xwe bûyerên bi vî rengî bibînin divê em îxbar bikin."